Di civîna bi hevserokatiya endama Koma Çep a Fransayê ya li PE Marîe Chrîstîne Vergîat û Parlamenterê Koma Keskan a Swêdê Bodîl Ceballos de, Wezîrê Tenduristiyê yê Kantona Kobanê Dr. Nassan Ahmad, Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, endamê KNK'ê Adem Ûzûn, li ser navê Federasyona Komeleyên Êzidiyan Fîkret Îgrek û li ser navê Tevgera Jinên Êzidî Ayhan Îgrek amade bûn.
Dr. Nassan Amad jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ji nû ve avakirina Kobanê û anî ziman ku di vê mijarê de gelek soz ji wan re hatiye dayîn , lê belê astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê jî, venekirina korîdoreke timî û mayînde ye.
Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên giştî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir ku desthilatdariya AKP û Serokkomar Erdogan di dema pêş de rejîmeke hîn bêhtir otorîter dixwazin û provokasyona li Agiriyê jî nîşaneya vê yekê ye. Gur destnîşan kir ku li hemberî vê rêveçûna neyînî HDP navenda derdorên azadîxwaz û wekheviyê ye.
Nûnerê Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Serokê Konseya Şengalê yê li sirgûnê Fîkret Îgrek jî da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo qirkirina Êzidiyan êrîşî herêma Şengalê kirine, jin û zarok hedef girtine, lê belê PKK, YPG/YPJ'ê tevî derfetên xwe yên kêm jî li dijî çeteyan li ber xwe dane. Li aliyê din bi qasî 60 parlamenterên Parlamenta Ewropa yên ji welat û nêrînên cuda, danezaneke desteka lezgîn a ji bo pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê weşandin.
HUSEYÎN ELMALI /ANF/STRASBOÛRG