
Ji bo bîranîna Fermandarê efsanewî Egîd, peykerekî bi bilindbûna 3 metreyan ku ji hesin hatiye çêkirin doh li Meydana Berxwedanê ya Kobanê were danîn.
Fermandarê Efsanewyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) di 15’ê Tebaxê de serkêşiya berxwedana li dijî dewleta dagir kir û di 28’ê Adara 1986’an de li Çiyayê Gabar tevlî komeke hevalên xwe di şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê ve Egîd bû sembola berxwedana hemû Kurdistaniyan û bi hezaran ciwanên Kurdistanê yên ji hemû pêkhateyan xeta Egîd meşandin, îro li ser bingeha berxwedana Egîd û hevalên wî, hêzên parastina gelê Kurdistanê hatin avakirin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî Fermandar Egîd di bîr û baweriya gel de ye û her sal bi şêweyên cuda tê bibîranîn, bi hezaran kesî navê zarokên xwe kir Egîd û êdî navê Egîd ketiye dilê hemû Kurdistaniyan. Di çarçoveya xebatên bîranîna Fermandar Egîd ya îsal de li Kobanê hesinkarekî peykerê Fermandar Egîd çêkir. Ev peykerê ku ji hesin hatiye çêkirin bi merasîmekê li Meydana Berxwedanê ya bajêr tê bicihkirin. Bi hezaran welatiyên Kobanê û herêmên din xwe ji bo bîranîna Fermandar Egîd amade dikin. Peyker ji hesinê ku sturiya wê di navbera 8-3 mm hatiye sazkirin, bilindbûna peyker 3 metre û pahniya wê jî 70 santîmetre ye. Zemîna ku li ser hatiye danîn jî berê wê 120 santîmetreyan fireh e û 90 santîmetreyên din jî dirêjiya wê ye.
Di 8 mehan de çêkir
Peyker bi destê hesinkar Neşet Eme (32) ku ev 20 sal in hesinkariyê dike, hatiye çêkirin. Neşet Eme niha li taxa Kaniya Kurdan dimîne û fikra çêkirina peyker ji hevalekî xwe girtiye. Bi tena xwe di çêkirina peyker de kar kir û çêkirina peyker 8 mehan pê re kişand. Neşet di çêkirina peyker de alavên hesinkariyê bi kar anîn û piştî 8 mehan ji xebata di dikana xwe ya biçûk de ku li nêzî malê vekiriye, peyker hate hazirkirin. Hate gotin ku peykerê Neşet çêkiriye yê yekem e ku li herêma Rojhilata Navîn de tê çêkirin, ji ber ku cara yekem e ku bi sacên hesin û bê bikaranîna tu madeyên din peykerek bi vî rengî tê çêkirin.
Rayedarên Kobanê biryar dane ku Peyker li meydana berxwedanê li ber navenda TEV-DEM’ê ya li nîvê bajêr were danîn, piştî peyker were danîn, dê navê wê ji Meydana Berxwedanê bibe meydana Fermandar Egîd.
ZANA SÎDÎ / KOBANÊ