Li bajarokê Rewanduzê perde ji ser peykerê bi navê Mistefa Îbrahîm ku di nava gel de weke xoşewîst Werdaş tê binavkirin, hate rakirin.

Li Rewanduz a ser bi Hewlêrê, bi merasîmekê perde li ser peykerê Werdaş hate rakirin. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Herwiha erka parastina peyker dan şaredariyê.

Peykerê Mistefa Îbrahîm ê ku bi navê Werdaş tê naskirin e. Ew sala 1954’an ji dayik bûye. Derûniya wî ne rehet e û nexweş tê qebûlkirin. Axirî, ji sibehan heta derengî êvarê kuçe û kolanên Rewanduzê xwebexş paqij dike. Ji ber ku xelkê Ruwanduzê gelekî hez ji  Mistefa kire, jê re dibêje, ‘Werdaş’  ango heval û dost.

Aramî û gotinên xweş ên Werdaş li Rewanduz bûne cihê hezkirinê. Ev hezkirin jî bû sedem ku peykerê wî li wir were çêkirin. Wekî din gelek kes çavdêr in li tenduristiya wî.

Şaredarî wê Werdaş biparêze

Werdaş bi xwe beşdarî merasîma danîna peykerê xwe bû.

Hebiye Xidir ê ku Werdaş xwedî dike di merasîmê de axivî û di serî de malavahiya welatiyan kir û ji ber peyker kêfxweşiya xwe anî ziman.

Piştî rakirina perdeyê li ser peyker, Rêveberê Peymangeha Hunerên Bedew axivî û got; “Bi şanazî em vî peykerî li cihanê didin naskirin. Em erka parastina peyker jî didin şaredariya Rewanduzê.”

Tê gotin ku Werdaş berê şivan bûye û ji keça xwediyê pez, hez kiriye. Lê keçik nedanê, û dibêjin, ji ber wê jî aqil çûye û sewdaser maye.

 

ROJNEWS / HEWLÊR