
Niha operasyona rizgarkirina Şengalê bi beşdariya gelek hêzên Kurd berdewam dike. Bi dîtina we tu peymanek fermî di navbera hêzan de heye?
Tu peymanek di navbera hêzên ku tevli operasyona rizgarkirina Şengalê bûne de nîne. Bi dîtina min ev xirab e. Pêwîst bû destpêkê bi hev re planek çêkirana. Bi vî awayî wê baştir bûya û di ragihandinan de jî bi navê Hêzên Rizgarkirina Şengalê operasyon hatibûna binavkirin. Bêguman hejmara hêzên pêşmergeyan ên li Şengalê ji hemû hêzan zêdetir e lê li wir hêzen din jî hene. Hêzên wekî YPG, HPG û gelek kesên dilxwaz jî hene û pêwendiya wan bi tu hêzan re nîne. Lewre bi dîtina min ger bi hev re bûna, dê serkeftîtir bûya.
Pêwîst e li Kurdistanê hêzeke neteweyî hebe. Ji ber ku ev şerê bi DAIŞ’ê rûdidin, li başûr û rojavayê Kurdistanê derket. Hêzên hemû parçeyên Kurdistanê di nav de beşdar bûne û di şer de bi hev re xwîna xwe rijandine. Ji ber vê yekê hebûna hêzeke di çarçoveyeke neteweyî de karekî baş e ji bo em bikarin li dijî DAIŞ’ê bi serkeftî xwe biparêzin.
Tirkiye alîkariya DAIŞ’ê dike Ger ji destpêkê ve peymanek hebûya, wê operasyona Şengalê baştir derbas bûbûya. Niha li Kobanê zêdetir YPG/YPJ bi rûbirûbûnê li hemberî DAIŞ’ê Kobanê diparêzin lê di heman demê de pêşmerge alîkariya wan dikin. Li başûr jî pêşmerge li hemberî DAIŞ’ê radiwestin lê YPG/YPJ û yên din alîkariya wan dikin. Bi giştî ev şer bûye şerekî neteweyî. Şer bi awayekî ku DAIŞ hatiye û êrîşê Kurdan dike, Kurd li hemû parçeyan li dij radiwestin. Di heman demê de li Tirkiyeyê pirsgirêk Kurdan bi dewletê re heye, lewrea Tirkiye li aliyê DAIŞ’ê ye. Ji ber vê yekê bi dîtina min ger çarçoveyeke neteweyî ya leşkerî hebûya wê baştir bûya. Lê ger çarçoveyeke siyasî ya neteweyî hebûya, wê demê wê baştir bûya. Ji ber ku heta çarçoveyeke siyasî ya neteweyî nebe, tiştên der barê pêngavên neteweyî yên der barê leşkerî de ne hêsan e ku werin bicihkirin.
Hûn di wê baweriyê de ne ku heta Mûsil neyê paqijkirin, Şengal, Mexmûr û heta Duhok jî aram nabe?
Berê û niha jî pêşmergeyan şerekî bi qehremanî meşandine. Pêşmerge, YPG/YPJ, Kurdên Rojhilat û gelekên din şehîd û birîndar dane. Lê ji ber ku çekên giran tunene, DAIŞ nêzî wan e. Mînak: Şer dikin û DAIŞ’ê derdixin. Dîsa DAIŞ êrîş dike û şer dest pê dike. Lewre heta navendên DAIŞ’ê li Mûsil, Telafer, Şengal û navçeyên din bimîne, DAIŞ wê êrîş bike. Ji ber vê yekê ger navendên sereke nemînin, wê demê em dikarin navçeyên xwe ji şer û kuştinan dûr bixin. Ji metirsiyan dûr bixin û ji bo di nava ewlekariyê de bijîn.
Tirkiye ne dostê Kurdan e
Destpêkê, Şengalê û cihên din dagir bikin, hêzên Kurd amadekariyên xwe kiribûn lê ne li benda wê yekê bûn DAIŞ êrîşî wan bike. Bi baweriya wan êrîş li dijî Bexdayê hilweşandina rejîma Malikî ne. Bêguman bi dîtina min ev ne rast bû û şîroveyeke şaş bû. Pêwîst bû di nava amadekariyan de bûna û zanîbûna DAIŞ dikare êrîşî Kurdistanê jî bike. Dema ku Mûsil ket, Telafer û cihên din hatin dagirkirin. DAIŞ heta Tigrîtê çû û piştre vegeriya Kurdistanê. Rast e DAIŞ zêdetir li dijî şiîtiyê ye û deshilatdariya wan e lê li dijî Kurdistanê ye. Ji ber ku Kurd sekûler û netewî ne. Piştre jî Tirkiye li pişt DAIŞ’ê ye. Tirkiye ne dostê Kurdan e û ev yek diyar e. Ji ber vê yekê pêwîst bû rêveberiya Kurd hê zêdetir di şîroveyên xwe de li bendê bûya ku DAIŞ wê êrîşî me bike
Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji bo hevgirtina pêşmergeyan ji wezareta pêşmergeyan re şand. Lê çend aliyên siyasî nerazîbûn nîşan dan. Dîtina we çi ye?
Berê jî gelek caran hewldanên bi vî awayî çêbûn. Ger ev bê kirin, karekî baş e. Ji 2006’an heta niha gelek biryar hatine dayîn û gelek civîn hatine lidarxistin. Gelek caran YNK û PDK civiyane û biryar dane karên bi vî awayî bikin. Ji ber ku hêzên wan ên leşkerî hene lê heta niha nehatine cîbicîkirin û tenê gotin bûn. Ez ditirsim vê carê jî neyê cîbicîkirin. Ji ber ku berî ew daxuyanî were dayîn, pêwîst bû di navbera partiyên ku çekdar û pêşmerge hene de peyman li ser wê yekê hatibûya kirin ku pêşmerge çawa hev bigirin. Piştre biryar hatibûya dayîn. Ji ber niha gengaz e serokê Herêma Kurdistanê biryarê bide lê aliyê din heye û dibêjin, em ji vê yekê nehatine agahdarkirin û girîng nabînin. Ji ber vê bi baweriya min ne hêsan e ku ev mesele bi biryarê bê cîbicîkirin. Ji bilî vê yekê ne tenê pêşmerge hene, asayîş, darayî, wezareta navxweyî û siyaseta me ya derve heye. Pêwîst e ev jî hev bigirin û hemû girêdayî hikûmetê bin. Ji ber ev 9 sal e gelek biryar di vê der barê de hatine dayîn lê nehatine bicihanîn
Navendên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûr hene. Ji bo rakirina wan 470’ê hezar îmze hatin komkirin. Hûn der barê vê mijarê de çi dibêjin?
Wateya hebûna wan navendan, tê wateya dagirkirinê û xaka me dagir kirine. Rast e di dema birakujiyê de hatibûn lê bi neheqî li wir in. Gelek caran hemû aliyan daxwaz kirin ku ew hêz li vir nemînin lê neçûn. Amerîka jî pişta Tirkiyeyê girtiye ne ya Kurdan. Lewre heta niha li vê navçeyê mane. Berê jî hikûmet, parlamento û me jî daxwaz kir ku gelek îmze ji bo vê mijarê hatine komkirin; lê her ew hêz li vir mane. Lewre bi dîtina min divê daxwaz bê kirin ku biçin. Ger neçûn jî Herêma Kurdistanê yan jî Bexda dikare daxwaza qanûnî li ser asta neteweyî û civata asayîşa navneteweyî tomar bike. Dewletek hatiye û hêza xwe ya leşkerî li welatekî din daniye, bêyî gel û berpirsên navçeyê razî bin. Her wiha bêyî ku pêwîst bike li wan deran bin. Divê daxwaz ji wan bê kirin ku biçin derve.
Îran dibêje me Hewlêr û Bexdayê rizgar kiriye
Ji bo Îranê jî heman tişt e. Her çendî ku Îran hatiye û li dijî DAIŞ’ê alîkariya xelkê kiriye jî hatine radigihînin dibêjin, me Hewlêr û Bexda rizgar kiriye, ger ne ji me bûya wê hikûmeta Hewlêrê çûbûya û van gotinan dikin. Ev tê wê wateyê ku dest li karûbarên Iraqê werdidin. Tu giraniyeke Iraqê nameye. Tu giraniya Herêma Kurdistanê jî nemaye. Di demek ku ew dibêjin, ger ne ji ber me bûya, Hewlêr niha hatibû kontrolkirin. Rast e ev tişt tune ne, ji ber wê yekê bi dîtina min awayê hatina wan destlêwerdan e. Ger hikûmeta Iraqê yan hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz kiribin ku alîkariya wan bikin, ev tiştekî asayî ye. Lê agahdariya min ji wê yekê nîne ku hikûmeta Iraqê yan jî ya Herêma Kurdistanê daxwazeke fermî kiribin. Dibe ku partiyek an jî aliyekê daxwaz kiribe. Ev karekî nebaş e û siberojê wê zerarekî mezin bigihîne me. Ji ber wê ew tên û ligel hêzên dilxwaz ên şîiyan û hinek kesên din ku ligel wan tên navçeyekê rizgar dikin. Dema DAIŞ nema, wê demê di navbera Kurd û şîiyan de dibe pirsgirêk.
Ev çend sal e têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de xirab bûne. Sedema wê jî pêwendiyên hikûmeta Malikî ya ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Gelek nakokî hebûn lê bi hatina Ebadî re ew pêwendî hinekê baştir bûn. Peymanek hatiye çêkirin, di dema xwe de serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê. Piştî vê hinek peymanên din jî hatin kirin û divê guftûgoyên din jî werin kirin. Ji ber pirsgirêk ne tenê petrol e, pirsgirêka xakê, madeya 140 û pêşmergeyan heye. Pirsgirêka wê yekê heye ku divê li Iraqê petrol û gaz qanûnî bibin. Ji bo van tiştek nehatiye kirin. Heyeteke leşkerî li ser daxwaza Amerîkayê çû Bexdayê. Ji ber ku Amerîka dixwaza hemahengî di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û bi taybetî jî girtina Mûsilê de hebe. Lê bi dîtina min divê guftûgoyên cidî li ser asta bilind bê kirin. Hêvîdar im hêdî-hêdî biçin û bigihin encamekê. Her çendî em nikarin heta niha zêde keêfxweş bin, her wiha hêviya me heye ku hewl bê dayîn
Herî dawî ji bo yekitiyê divê çi bê kirin?
Ez daxwaz ji hemû serok, kesên biryar di destên wan de û hemû partiyên her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku hev bigirin û xwediyê helwestekê bin. Hemû bi hev re şer dikin û xwîna zarokên me tevlihev bûye. Divê li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê hewl bê dayîn û ew jî vê rewşê wekî derfetekê bibînin. Rewşa navneteweyî niha ji bo Kurdan guncaw e û gelek behsa Kurdan tê kirin. Em neteweyek in û mafê me yê çarenûsê heye. Her wiha em pirsgirêkên xwe yên ligel Bexda, Îran û Tirkiyeyê çareser bikin û hemû bi hev re bi stratejiyekê kar bikin. Lewre ez daxwaza hevgirtinê dikim. Ez daxwaz dikim ku di asta wê xebata pêşmerge û şervanan de bin. Divê alî yekgirtî û xwediyên yek helwestê bin, ne li dijî hev bin û êrîşî hev nekin da ku bikarin pirsgirêka Kurd a mezin bûye, ber bi pêş ve bibin. Her wiha di asta derve de piştgiriya hev bigirin û li hundir jî hev bigirin.
Dem hatiye hêzeke neteweyî bê avakirin
Niha li Şengal, Kerkûk, Kobanê û cihên din hêzên YPG/YPJ, pêşmerge û gerîlayên HPG’ê di eniyekê de li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Gelo dema wê yekê nehatiye hêzeke leşkerî ya neteweyî bê avakirin?
Bêguman dema wê yekê hatiye ku hêzeke leşkerî ya neteweyî bê avakirin lê divê berî vê yekê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Gelek caran Kongreya Neteweyî hat lidarxistin. Me di sala 1970’an de hewl da ku ev kongre were lidarxistin ango berî 45 salan. Cara yekemîn li Beyrûdê, piştre li Belçîka, piştre li Fransayê û her wiha li Kurdistanê jî hewldan çêbûn. Lê hewldan bi ser neketin. Du sedemên serneketina wê jî hene. Ya yekemîn nakokiyên hizban in. Ya duyemîn jî siyaseta dagirkeran. Bi taybetî jî Îran û Tirkiye. Herî dawî hemû partî ligel hev kom bûn lê dîsa bi ser neketin. Ger Kongreya Neteweyî bê lidarxistin, wê bernameyeke neteweyî ji bo stratejiya neteweyî, parastin û êrîşan hebe. Piştre dikarin li ser vî bingehî hêzekî leşkerî ya neteweyî û hevbeş hebe, ji bo parastin û êrîşan. Ango em hewl bidin çarçoveyeke xebatên me yên neteweyî hebe. Wekî çarçoveyeke leşkerî, ligel wê leşkerî û hemû karên din dikarin werin kirin. Lê ji ber ku heta niha çarçoveyeke neteweyî û siyasî nîne, tiştên din bi hêsanî nikarin werin cîbicîkirin.
PEYWEND KURDÎ / HEWLÊR