Hate diyarkirin ku di navbera Muxalifên Sûriyeyê, DYA, Tirkiye, Katar û Emîretên Ereb ên Yekbûyî di 3-11'ê Mijdarê de bi navê "Avakirina ji Nûve" civînek veşarî hate kirin û di civînê de peymana ku ji 12 xalan pêk tê hatiye îmzekirin. Di vê peymanê de tê xwestin ku hemû endamên PKK'ê derxin dervê Sûriyê û endamên PKK'ê yên ku tên xwestin bên teslîmkirin.
Endamê Sekreteryaya Partiya Kuveyt Ummetê Dr. Faysal El-Hamd, di televîzyona El-Cezire de diyar kir ku Muxalifên Sûrî, DYA, Tirkiye, Katar û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî di 3-11'ê Mijdarê de bi navê "Avakirina ji Nûve" civînek veşarî pêk anine. El-Hamd da zanîn ku di peymanê de îmzeyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve Katar, Wezîrê Karên Derve yê Emîrlikên Ereb yên Yekbûyî, Sefîrê Mezin ê DYA yê Sûriyeyê, Nûnerên Konseya Neteweyî Rêxistinên Misilman hebûn. El-Hamd, da zanîn ku peyman ji gelek kesên ku tev li Konferansa Doha bûn jî hate veşartin û wiha got: "Ev peymana îxanetê ye. Ev peyman komploya li hemberî hemû mulumanan pêk hatiye. Ev komplo projeya Koalisyona Neteweya Sûriyê û Emerîqan e."

Xalên peymanê

El-Hamd, 12 xalên peymana konferansê wiha rêz kir:

- Hêjmara Artêşa Komara Ereb a Sûriyeyê dê taxin 50 hezarî.
- Dê tenê kesên siyasî bixwazin ji Sûriyeyê biçin Golanê. Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Îsraîl û Suriyeyê de, dê di bin çavdêriya Emerîqa û Katar de bê kirin.
-  Dê di bin çavdêriya DYA'yê de hemû çekên kimyewî û biyolojîk û heû fuze dê neqlî Urdunê bên kirin.
- Dê Sûriye ji mafê xwe yê İskenderunê (Hatay) vegere.
- Dê hemû endamên PKK'ê ji Sûriyeyê bên derxistin. Endamên PKK'ê yên bên xwestin jî dê bên teslîmkirin.
- Dê hemû peymanên şîrketên Sûriye û Çînê yên der barê çekan û çavkaniyên dewlemendiyên zik erdê tev betal bibin.
- Dê destûr bê dayîn ku Katar di ser Surî û Tirkiyeyê re xeta gaza xwezayî ji welatên Yekitiyên Ewropayê re bişîne.
- Dê Sûriye destûrê bide ku Tirkiye bi boriyên avê ji Bendava Ataturk ji Îsraîlê re avê bişîne.
-  Avahiyên ku li Sûriyeyê di şer de wêran bûn, dê ji ailyê Katar û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) ve bên tamîrkirin. Dê Katar, BAE û Emerika xwedî her mafê îmarê be.
-  Dê têkiliyên Îran, Rusya û Çinê bên bi sînorkirin. Dê têkiliyên bi têkoşerên Filistin re bên qutkirin.
- Rejîma ku li Sûriyeyê nû bê avakirin, dê li gorî pîvanê Îslama Liberal be.
- Ev peyman piştî ku muxalifên Sûriyeyê rêveberî desteser kir dê têkeve meriyetê. 

DÎHA/RIHA