
Hemû berhemên nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşo ji weşanxaneyan Lîsê derdiçe. Weşanxaneya Lîsê da xuyakirin ku hemû berhêmên Wezîrê Eşo bi şîara “Dê Wezîrê Eşo bi berhemên xwe yên nemir bi me re bijî. Peyv namire” di salvegera mirina wî de ji nû ve bên çapkirin.
Wezîrê Eşo nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrekî Kurd bû û di roja 23’ê Çileya sala 2015’an de li paytaxta Belçîka Brukselê çû ser dilovaniya xwe. Wezîrê Eşo di 1’ê Mijdarê 1934’an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk bûye. Ew di sala 1953’an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew kuta dike, di navbera salên 1958–1961’ê de li gundê Pampê ya Ermenîstanê wekî serokê dibistanê kar dike. Salên 1961-1963’an wek berendamê doktorayê beşa Kurdzaniyê ya Enstîtuya Rojhilatzaniyê de li Lenîngradê (Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964–1983’an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar dike.
Wekî rojnameger zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Rya Teze û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weşandin. Wezîrê Eşo di sala 1991’ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên Kurd ya bi navê Erebê Şemo bû.
Berhemên bên çapkirin
Wezîrê Eşo heta mirina xwe li Belçîkayê di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam bû. Ew di 23’ê Çileya 2015’an de li Brûkselê çû ser dilovaniya Xwedê.
Berhemên ku ji alî weşanxaneya Lîsê bên çapkirin ev in: Îtîbarî, Tosinê Ûşan, Sîber, Qirme, û Hosta Hovanes.
AMED