
Konferansa Ziman a Neteweyî di navbera 2, 3 û 4’ê Adarê de li Amedê bi beşdariya 300 zimanzan, perwerdekar, siyasetmeder û nûnerên saziyên sivîl ên ji her aliyê Kurdistan û cîhanê pêk hat. Encama konferansê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hate aşkera kirin.
Di konferansê de li ser mijarên wekî Rista Ziman di Yekitiya Neteweyî de, Alfabe û Zaravayên Kurdî, Pergala Perwerdehiyê û Akademiyên Ziman gotar hatin pêşkêşkirin.
Xalên encamnameyê
Di encama nîqaş û nirxandinan de delegasyona Konferansê biryar da ku van daxwaz û pêşniyaran pêşkêşî raya giştî, Kongreya Neteweyî û aliyên pêwendîdar bike.
- Hebûna zaravayên Kurdî zengînî ye, parastin û geşepêdana wan jî peywireke neteweyî ye.
- Di van rojên wisa de ku Konferansa Neteweyî ya Kurdî di rojevê de ye, divê ku Kurd jî xwedî bername û siyasteke neteweyî ya zimanî be.
- Ev Konferans standardiya navxweyî ya her zaravayî pêwîst dibîne, lê belê di dema berhevkirina zargotinê de divê ku her tişt li gorî devoka xwe bê tomarkirin.
- Ji bo ji hev têgihîştina Kurdan û pêkhatina hişmendiyeke neteweyî hewcedarî bi yek alfabeyê heye. Heta gihîştina vê qonaxê, ji ber guncanbûna rewşa li Başûr, divê ku her du alfabe jî li wir di perwerde û her warî de bên bikaranîn.
- Ev konferans perwerdehiya bi zimanê Kurdî mafekî sirûştî yê neteweyî dibîne û lew re ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi Kurdî daxwaz dike. Ev yek jî bi statuyayeke siyasî ve pêkan e.
- Konferansa me ji bo avakirina civakeke demokratîk û plûrealîst pergaleke perwerdeyê ya ku bextewarî û pêşvebirina mirovan esas dibîne, pêşniyaz dike.
- Ji bo pêkanîna bernameyeke zimanî ya neteweyî pêdivî bi avakirina tevgereke zimanî ya Kurdistanî heye, da ku bikaribe kar û pêwistîyên zimanê Kurdî bi cih bîne. Ji bo avakirina tevgerê desteyeke ku ji 31 kesan pêk tê, hate hilbijartin.
- Konferansa me bang li Kurdan dike ku di her qada jiyanê de zimanê Kurdî bi kar bînin û pê bijîn.
- Konferans li xebat û têkoşîna gelê me yê Başûrê Rojava ya di warê ziman û perwerdeyê de silav dike û piştgiriya xwe diyar dike.
- Em piştgiriya xwe ji bo daxwaza girtiyên Kurd ên siyasî ya di warê parastina Zimanê Kurdî de radêgihênîn.
- Em polîtikaya AKP’ê û helwesta rayedarên wê ya der barê ziman û çanda Kurdî de şermezar dikin û em vê siyasetê jî berdewamiya siyaseta asîmilasyon û înkarê dibînin. Bi heman şêweyî em siyaseta rejîmên din ên li ser Kurdan jî bi tu awayi napejirînin.
- Konferansa me operasyonên leşkerî û siyasî yên li ser Kurdan tên meşandin şermezar dike, ji bo çareseriyê diyalog û muzakereyê pêşniyar dike.
- Ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî zarok pir giring in. Lewra jî di polîtaka û bernameya ziman, a neteweyî de divê zarok cihekî taybet bigrin.
AMED