Li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de nêrînên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji hev cûda ne. Der barê mijarê de endamên Tevgera Goran û PDK’ê ji RojNewsê re axivîn. 

Endamê Odeya Lêkolînên Siyasyî yê Tevgera Goran Helmet Mihemed destnîşan kir ku çend cîranên Herêma Kurdistanê hene, wekî gel çavê wan li berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye û got; “Herêma Kurdistanê nekariye sûd ji peywendiyên di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de, bi taybet mijara petrolê ya ligel Tirkiyeyê bibîne. Raste dibêjin peywendî fermî ne, lê tenê pêwendiyên PDK ligel Tirkiyeyê heye.”

 

‘Li Tirkiyeyê birayên me rastî zordariyê tên‘

 Mihemed destnîşan kir ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne zalal in û ji ber van peywendiyan jî Herêma Kurdistanê zerarê dibîne û wiha destnîşan kir: “Tevgera Goran piştgiriya xebata Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê dike. Lê di warê siyasî de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ne zelal in. Li Tirkiyeyê birayên me rastî zordariyê tên. Dewleta Tirk jî piştgiriya çeteyên DAIŞ‘ê dike. Ev yek jî belgeyan îspat kiriye.”

 

Berpersê PDK’ê Newrolî: ‘Tirkiye ji bo Ewropa deriyek e’

Berpirsê Navenda Rewşenbirî û Ragihandina PDK’ê Faris Newrolî der barê peywendiyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de axivî û diyar kir ku Tirkiye welatek cînare û ji bo çûna Ewropa ji Herêma Kurdistanê re deriyek e.

Newrolî di berdewam axaftina xwe de got, “PDK weke hikûmetê ligel Tirkiyeyê hevdîtina dike, ne weke dezgehekî îstixbaretî û tiştê vala. Bê wijdaniye eger bê gotin, PDK’ê piştgiriya Kurdên Bakurê Kurdistanê nekiriye. Mesûd Barzanî di sala 1983’an de îmze kir ku, PKK ne terorîst e.”

 

‘Ne ji bo lîstina tenîsê ligel serokwezîr e’

Newrolî li ser gumanên aliyên siyasayî yên li ser peywendiyên di navber Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî wiha peyivî: “Weke ligel Tirkiyeyê, li gel Îranê û welatên din jî bazirganî hatiye kirin. Kîjan aliyên YNK’ê dibêje agahdariyên me ji peywendiyan nîne? Ji ber ku Qûbad Talebanî agahdarî naveroka hemû peywendiya ne û alîkarê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ne ji bo lîstina tenîsê ligel serokwezîr e.”

 Berpirsê Navenda Rewşenbirî û Ragihandina PDK’ê Faris Newrolî herî dawî got; “Bila bê zanin ku PDK li ser hesabê ti parçeyên din ên Kurdistanê lihevkirinekê li gel welatan nake û mûdaxaleyekî nerênî nake.”



HANA AZAD / HEWLÊR