Li gelek bajaran komkujiyên meha Kanûnê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan xasma jî yên Mereş û Roboskiyê hatin rûreşkirin û ew weke beşên hovîtiya dewleta Tirk hatin dîtin.
AABF´yê li Mainzê xwest ku tevgera Elewiyan hemû xwe rexne bike, ji ber ku serokê giştî yê Komeleyên Çanda Elewiyan di partiya kevne serokwezîrê Tirk Davutoglu de cih girtiye.
Siyasetvanê Kurd Necdet Atalay jî li Baselê got, hovîtiya dewleta Tirk a ji bo tinekirina nasnameya Kurd û Elewî îro jî bi êrişên xwe yên qirker li dijî Rojava dewam dike.
Li gelek bajarên Ewrûpayê komkujiyê Kanûnê hatin bibîranîn. Li paytexta Awusturyayê Viyanayê şehîdên Şoreşa Rojava hatin bibîranîn. Li bajarê Elmanyayê Mainzê, li bajarê Fransayê Montpellier û li bajarê Swîsreyê Baselê jî şehîdên komkiujiyên di Kanûnê de yên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn.
Li Viyanayê şehîdên Rojava hatin bibîranîn. Nûnera Ewrûpayê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê Mizgîn Ehmed li vir peyivî û got, şehîd xwediyên rastî yên Rojava û Kurdistanê ne: “Şopandina rêya şehîdên ku ji bo parastina şoreşa Rojava canê xwe dane û xwedîderketina li têkoşîna wan, peywira me hemûyan e.”
Piştre li ser navê şoreşgerên înternasyonalîst jî axaftinek hate kirin.
Li Mainz komkuijya Mereşê hat bibîranîn
Li Mainzê jî bi sernavê “Ji Mereşê heta bi Roboskiyê” bibîranînek hat organîzekirin. Navenda Çandê ya Bazarcixê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Civaka Elewî ya Alzey û Navenda Çanda Elewî ya Gustavsburg bi hev re bibîranîn organîze kir. Bibîranînê bi gulbanga Pîr Huseyîn Bildik dest pê kir. Piştre jî li ser qetilkirina Pîr Sultan Abdal, qirkirina Dêrsim, komkujiyên Mereş, Roboskî sînevîzyonek hat nîşandan.
Piştre ji Navenda Çanda Mereşê Azîz Uzpak daxuyaniya hevpar xwend û got, dewleta Tirk ev qirkirin û komkujî kirine. Piştre Lale Koçgunê stranên ayîna Elewiyan gotin.
Endamê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewrûpayê (AABF) Ozgur Oz jî ji ber ku serokê giştî yê Komeleyên Çanda Elewî Dogan Demir tevî ji damezrênerên AKP´ê û serokwezîrê berê Davutoglu bûye damezrînerê partiyeke Tirk, xwest ku Tevgera Elewiyan hemû xwe rexne bike.
Şehîd li Montpellîerê jî hatin bibîranîn
Li bajarê Fransa Montpellierê cangoriyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê bi civînekê hatin bibîranîn. Civînê bi rêzgirtinê destpê kir.
Siyasetvanê Kurd Şenol Han di bibîranînê de got; “Li Mereşê Kurdên Elewî hatin qetilkirin, polîtîkayên înkar û koçberiyê li ser wan hatin ferzkirin. Ev şêwazê siyasetê polîtîkaya fermî ya senteza Îslama Tirk ya Pîlan Şark Îslahatê ye. wan xwest Kurdistaniyan bikin Tirkiyeyî.”
Han diyar kir ku nûnerê dawî yê Pîlana Şark Îslahatê rejîma AKP’ê ye û xwest hesab ji berpirsên komkujiyan were pirsîn.
Hovîtî dewam dike
Li Baselê bi wesîleya salvegerên komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê civîneke bibîranînê pêk hat. Piştî bibîranînê panelek li ser komkujiyan bi rê ve çû.
Ji berxwedêrên rojiya mirinê ya 19’ê Kanûnê, lêkolîner-nivîskar Azîz Tûnç û siyasetvanê Kurd Nejdet Atalay weke qiseker tevlî panelê bûn.
Tûnç got, beriya Komkujiya Mereşê provayên komkujiyê bi piştevaniya dewletê hatin kirin û got, bi giranî herêmên ku nifûsa Kurd û Elewî bûn, kirin hedef.
Nejdet Atalay jî got, “Dewleta Tirk xwedî dîrokek ji barbarî, komkujî û êşkenceyê ye û niha jî hovîtiya wê dewam dike. Polîtîkayên tinekirina netewe û siyasetvanên Kurd li Rojava, bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN