Li himberî tevahiya cîhanê gelê kurd bûye misogerê çanda aşîtî, bihevrejiyan û demokratîzekirinê li herêma Rojhilata Navîn. Kurd bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne hêza sereke ya parastina komên biçûk û bindest. Ev rastî êdî her kes dibêje, ji rayedarên dewletan bigre heta bi partî û hêzên siyasî yê renge reng. Alavên ragihandinê yên cîhanî qehremaniya jin û ciwanên kurd li hemberî hêza tariyê ya DAIŞ´ê bi şêweyekî efsanewî belav dikin. Berxwedana kurdan bi serkêşiya Tevgera Azadiya Kurdistanê cihê pesindayina hemû mirovayetiyê ye. Ev yek her roj zêdetir cihê xwe digre û dibe mijara lêkolîn û dan û stendinê…
Di demekê de ku bi dehan dewlet li dijî terora DAIŞ hevpeymanek eskerî ava dikin û bi hemû derfetên teknîkî yên herî pêşketî amedekariya “şerekî dirêj” li dijî vê hêza tarî dikin de, Tevgera Azadiya Kurdistanê dikarîbû bi derfetên xwe yên hindik û bi berxwedanek bêhempa li gelek hereman DAIŞê têk bibe. Li Şingal, Efrîn, Kobanê, Cezîr, Kerkûk, Mexmûr û Xaneqînê, şervanên Tevgera Apoyî bi milyonan mirov ji komkujiyê parastin. Ji bo zarok, jin û kalan xelas bikin, vê tevgerê bi sedan şehîd dan. Li ser vê bingehê û li hemû eniyan hîna berxwedan û têkoşîn berdewam e.
Hêzên Hevpeymana Navnetewî li dijî DAIŞ´ê êdî hêzên YPG, YPJ û HPG ji xwe re muxateb digrin û li gel wan di nava hevkarî û şêwirdariyê de ne.
Ev pêşveçûnana dewleta tirk bêzar dike. Niha dewleta tirk û rêveberiya AKPê ya ku rûyê wê yê reş li himberî cîhanê diyar bûye, serî li gelek dek û dolab dide, da ku vê imaja kurdan û fedekariya Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe û bê bandor bike. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi hinek Êzîdiyên li bakur penaber civînêkê lidar dixe û xwe mirovhez nîşan dide. Serokwezîr Ehmed Davutoglu jî di sedana xwe ya li başûr de serî li kampa penaberan a Turkmenên Şie dide û “diyariyan” ji bo zarokên wan re pêşkêş dike!
Desthilatdariya AKPê ya ku destûr da bi dehhezaran terorîst ku bi riya belafirgehên Tirkiyê derbasî Sûriye û Iraqê bibin û êrîşî Şingal û Tileferê bikin û bi hezaran Êzîdî û Turkmen bikujin û keçên wan kole bajon sûkan, bajar û gundên wan wêran bikin, niha dixwaze bi çend lîstok û şanoyan, vê xwîna li ser destê xwe bişo. Divê li dijî vê siyaseta xapandinê ya AKPê helwestên tûnd werin girtin. Li ser asta navnetewî divê doz li dadgehên cîhanê li dijî AKPê û rayedarên wê werin vekirin û hevkariya wan a bi DAIŞê re zêdetir were ronîkirin. Piştî ewqas qirêjî û destekdayina terorê nabe ku AKP´ê xwe mîna mexdûrê DAIŞê nîşan bide û bi çend dek û dolaban raya giştî ya cîhanê bixapîne. Di vî warî de rola mezin dikeve ser milê ragihandin, mafnas û diplomasiya kurdî. Dewleta tirk ev demeke hewl dide li Rojava bi riya peyayên xwe yên di nava muxalefeta Sûriyeyê de berxwedana Kobanê vala derbixe.
Dixwaze şirîkekî ji YPG û YPJ re çêbike û rê li ber muxetebgirtina van her 2 hêzan ji aliyê Hevpeymana Navnetewî ya li dijî DAIŞê, bigre. Loma daxuyaniyên muxalefeta Sûriyeye ya ku li ser sufra AKPê parsê dike, li himberî YPG, YPJ û PYD zêde bûne. Her roj li dijî berxwedana Kobanê derew û iftiryan belav dike. Kampaniya reşkirinê bi riya hinek kurdên xwefiroş mîna Abdulhekîm Beşar, yê ku qaşo “cîgerê serokê koalîsyona muxalefeta Sûriyê ye” dewam dibe. Hemû cûreyên derew û bêbextiyan li dijî rêveberiya Rojava tên belav kirin. Di nava bazarên ku li ser pêşeroja Sûriyeyê niha tên kirin de, AKPê hewl dida PYD û rêveberiya Rojava jiderve bihêle û peyayên xwe bike alternatîva rejîma Esed. Niha behsa çareseriyek siyasî tê kirin, loma Enqere dîsa ketiye nava lîstikek qirêj. Ji bo valaderxistina têkoşîna Rojava dest bi hewldanek nû bûye. AKPê carek din hewl dida hêzên başûr bikşîne nava vê lîstokê. Bi riya xapandinê jî li hemberî bakurê Kurdistanê siyasetê dimeşîne.
Li himberî vê siyasetê divê prosesa demokratîzekirina Rojava berdewam bibe. Beşdarbûna ereb û suryaniyan zêdetir bibe. Peymana Dihokê bête pêkanîn û hevkarî bi hêzên demokrat ên di nava muxalefeta Sûriyeyê de were xurtkirin û berfirehkirin. Divê Sûriyeya pêşerojê heremên Rojava ji xwe re mînak bigre, ne Rojava dîsa bi Sûriyeyek navendî, yek rêveberî û yek reng ve were girêdan, mîna ku AKPê hewl dide û pîlan dike…