Dewleta Tirk li jêr desthilatdariya AKP´ê bi hemû hêza xwe pîlana têkbirina Gelê Kurd û mahfkirina statûya wî xistiye rojevê. Li Bakur, Rojava û Başûr û bi hemû riyên eskerî, istîxbaratî û aborî êrîşên tunebûnê dibe ser vîna Kurd. Bi şêweyekî qirêj û tarî reşkujiyan li dijî berpirsên Kurd û hevalbendên wan yên Ereb dimeşîne û bi komên terorîst û çeteyan re di nava hevkariyê de ye. AKP li dijî Kurdan li Rojhlata Navîn şerê man û nemanê dike. Eger Kurd hebin û xwedî statû û hêz bin, ev yek li gorî AKP´ê tê wateya dawiya wê û projeya kuştin û qirkirinê ya "Osmaniya nû". 

Di van rojan de AKP artêşa xwe bi ser Rojava ve dişîne. Dest bi hamleya dagirkeriyê kiriye. Her roj gundekî an bajarokekî ji destê DAIŞ´ê digre û hewl dide nêzîkî çeperên QSD´ê bibe. Armanca AKP rêlibergirtina azadkirina Babê ye. Rêlibergirtina bi hevgirêdana kantona Efrînê û Kobanê ye. Ew bi hemû şêweyan dixwaze rê li ber hebûna heremeke yekgirtî ya Rojava bigire. AKP bi karê mafiyozî, hevkariya bi terora DAIŞ û El Nûsra re, hewl dide QSD´ê qels bike û tevlîbûna pêkhateya Ereb a nava refên wê asteng bike. Di heman roja ku koma "efserên azad" ya bi serkêşiya Husamaltin El- Ewak ji "artêşa azad" qut bû û tevî nava QSD´ê bû, ajanên dewleta Tirk yek ji mezintrîn efserên vê komê li welayeta Dera ya nêzîkî sînorê Urdunê kuşt. Beriya wê jî endamên MIT´a dewleta Tirk, Abdulsetar El – Çadir Serokê Meclîsa Eskerî ya Cerablusê kuşt. Ti hikûmeteke Tirkiyeyê wek a AKP´ê kuştin, sûîqast û karê tarî li himberî Kurdan û Tevgera Azadiyê nekiriye. Li Parîs, Rojava, Bakur, Sûriye û Başûr, terora dewleta Tirk, Kurd û hevlabendên wan ên azadîxwaz hedef girtine û ew tesfiye kirine.

Li Bakur û Rojava AKP´ê bi riya artêşê û hevkarên xwe DAIŞ û El Nûsrayê Kurd kuştin û welatê wan wêran kiriye. Herî zêdetir terora xwe û hovîtiya çeteyên xwe bi ser navendên welatparêz û dîrokî yên Gelê Kurd ajot. Şingal, Kobanê û Cezîr bi riya AKP´ê û terora wê berdêleke mezin daye. AKP´ê nuqteyên pîroz (dîrokî, olî û kevneşopî), xwerû Kurd û xwedî helwesteke kurdperwer û welatparêz ji bo xwe û çeteyên xwe kir hedefa kuştin û wêrankirinê. Ew ne bes bû, niha jî AKP´ê bi riya artêşa xwe dest li Başûrê Kurdistanê werdide. Li wir dixwaze mudaxeleyî oprasyona azadkirina Mûsilê bike û Kurdan û tevgera wan ya berxwedêr bêbandor bihêle. 

Li Mûsilê armanca sereke ya AKP´ê ew e ku Şingal rizgar nebe û Êzîdî dîsa li war û cihên xwe venegerin. Her weha, li gel parastina hevalbendên xwe yên DAIŞ´ê, AKPê dixwaze riya ku dê Rojava û Şingalê bi Kerkûkê ve girêbide, ji niha ve bibire. Ji ber hindê, AKP´ê komek ji esker û tankên xwe şandine herema Başîqa. Li wir ew nuqteya eskerî ya artêşa Tirkan bûye wargeheke karê reşkujî û birêvebirina oprasyonên tarî li dijî hêzên welatparêz. Ji wê nuqteya artêşa Tirkan biryarên kuştin û talankirina Şingal û Kerkûkê derdikevin. 

Dewleta Tirk dixwaze Kurdan li Başûr bêbandor bike. Rê li ber roleke mezin û hevkariyeke xuya ya bi hêzên navneteweyî û hikûmeta navendî ya Bexdayê re, bigire. Loma ew eskerên xwe dişîne wir û hewl dide Erebên Sunî li dijî hêzên Kurdan yên girêdayî rêbaza Tevgera Azadiya Kurdistanê sor bike û bîne hemberî hev. Di vê lîstika qirêj de PDK bi rolekê radibe. PDK xwe tam teslîmî AKP û Erdogan kiriye. Hewl dide xwe bi wan xurt bike û di nava siyaseta Kurd de bazarê bike. AKP jî PDK´ê ji hundur ve ji hev dixe û di nava wê de derdorên xwe xurt dike. Ew ji PDKyeke qels û marjînal hez dike. Ew sûdê ji nakokiyên PDK´ê yên bi hêzên Kurdan re dibîne. 

Divê hevkariya hêzên Kurd yên şoreşger li Rojava û Başûr bi pêkhateya Ereb re were xurtkirin. Niha Ereb ji AKP´ê aciz in. Dibêjin, Erdogan ji bo berjwendiyên xwe em erzan firotin. Divê têkilî bi hikûmeta Bexdayê re jî bên xurtkirin. Divê Xweseriya Şingalê û rewamendiya hêza YBŞ´ê ji aliyê Bexdayê ve were nasîn. Eger PDK siyaseta xwe neguherîne û hevkariya xwe ya bi AKPê re bi dawî neke, divê li ser asta Kurdistanî PDK were teşhîrkirin. Divê gelê Dihok û Hewlerê rastiya vê hevkariya qirêj zanibin û helwestê bigirin. Divê axa Başûr ji AKP´ê û artêşa Tirk ya kujêr re nebe cihê rihetiyê.