Li gorî agahiyan, serokê PDK´ê Mesûd Berzanî ji komek kesayetiyên herema Şengalê xwestiye, ku ew şerê hêzên PKK´ê (YBŞ jî di nav de) bikin, an jî ew ê hêzên xwe ji Şengalê vekişîne û zor, zext û ambargoyê li ser vê heremê zêde bike.

Kesên di civîna Berzanî de amede bûn, behsa hêrs û kîneke mezin dikirin û metirsiya xwe ji “şerê birakujiyê” diyar dikirin. Ev şerê birakujiyê yê ku beriya 20 salan Mesûd Berzanî bi alîgiriya Sedam Husên, yek ji dagirkerên Kurdistanê yên herî dev bi xwîn, dabû destpêkirin. Niha piştî 20 salan, ew dixwaze dîsa heman senaryoyê dubare bike, lê vê carê bi alîkariya artêşa dewleta Tirk ya ku wî bi xwe aniye li nêzîkî heremên Êzîdiyan bi cih kiriye.

Ji bo PDK Şengal heremek stratejîk bû. Tenê ji wir 150.000 deng werdigirtin. Bi riya pol û defteran serokeşîr û axa dikirîn û deng ji wan digirtin. PDK li ser navê Şengalê 6 perlemanter dişandin Bexdayê. Her weha hêza wê ya wilayeta Nînowayê jî hemû ya Êzdiyên Şengalê bû. Niha PDK dîsa dixwaze vegere wan rojan. Wek ku tiştek nebûbe û tu ferman bi serê Êzîdiyan nehatibe. PDK dixwaze dîsa Êzîdiyan bê şexsiyet û bê îrade bigre. Ew fermana 74´an ya ku di encama reva Pêşmergeyên PDK´ê de qewimî, tu pere li cem Berzanî nekir. Wî xwe mecbûrê lêborîn an hesabxwestina ji "serkêşiyên" hêza xwe yên revok jî nedît. Di ser vî halî de jî, dixwaze rê li ber xweseriya Şengalê û îradeya wê ya azad ya siyasî û eskerî bigire û dîsa wek berê tevahiya heremê bigire dest xwe.

Pîlana şer ya Mesûd Berzanî ne wek ew dibêje li dijî PKK´ê ye. Jixwe, ew ne barê PKK´ê ye. Lê ev pîlan di şexsê hêzên HPG, YBŞ, YPÊ de li dijî hebûn û îradeya Êzîdiyan û Şengalê ye. Mesûd Berzanî dizane ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û PKK´ê dê Şengaleke nû ava bike û Êzdiyekî azad û xwedî kesayet dê ava bike, loma ew dixwaze ku şerekî navxweyî di nava komên Êzîdiyan yên Pêşmerge, YBŞ û YPÊ de derxe. Mesûd Berzanî dixwaze ku Êzdî çekên xwe deynin û keçên wan vegerin midbexê, xortên wan jî ji bo pariyê zikê xwe neçarî reva liderveyî welat bibin.

Me di nivîseke xwe ya beriya çend heftiyan de gotibû, PDK dê hewl bide tevliheviyê çêke, loma divê hêzên Êzîdiyan yên eskerî li wir, bi taybetî YBŞ û YPÊ hêzek hevbeş ava bikin û rê li ber destwerdanên Berzanî û AKP´ê bigirin. Niha PDK şer li dijî HPG û YBŞ´ê îlan dike, lê piştre dê şer li dijî hêza Heyder Şeşo ya bi navê YPÊ jî îlan bike. Mesûd Berzanî Şengalê wek milkê xwe dibîne û dê ji bo hêsîrgirtina wê her tiştî bike.

Divê hêzên Êzîdiyan di zûtirîn dem de yekîtiya xwe ragihînin û Xweseriya Şengalê bi Bexdayê bidin qebûlkirin. Her weha divê PDK û Mesûd Berzanî baş zanibin ku her êrîşa ku ew li dijî Şengalê bikin, dê li her deverê cîhanê were teşhîrkirin û Êzdî dê tevahiya raya giştî ya cîhanê bi pîlanên tesfiyekirinê yên PDK/AKP´ê agahdar bikin.

Divê her cûreyên êrîşên PDK´ê li dijî Şengalê wek êrîşek li dijî hebûna Êzîdiyan were dîtin û li her deverê bête şermezarkirin. Divê her kes zanibe ku Şengal mîna beriya 03.08.2014´an nema vedigere. Encama fermana 74´an wê azadî û xweseriya Şengalê be. Niha PDK ew penaberên li kampên Dihok û Hewlerê mîna hêsîr girtine û bi wan hêzên eskerî yên Êzîdiyan tehdîd dike.

Pîlana şerê li dijî hebûna Êzîdiyan ji aliyê PDK´ê bi desteka AKP´ê û welatên mîna Erebistana Siûdiyê derketiye, loma divê ev pîlan bi destê Êzîdiyan bi alîkariya vîna berxwedanê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Federaliya Rojava têk here. Mesûd Berzanî yê ku bi tena serê xwe dixwest bibe serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd, niha bûye amorê şer li dijî Bakur, Rojava û Şengalê. Ev yek ji neçarî û îflasa PDK´ê tê. PDK ji bo neteweya Kurd bûye barekî mezin. Dawî dê mîna rejîmên Ereban yên dîktator ji hundur ve were hilweşandin…