Endamê Desteya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Hasan Sinet bersiv da spekulasyonên wekî ku hemû pîlotên Iraqê ji mezheb û neteweyekê hatine hilbijartin.
Sinet daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû xebatên li gorî qanûnê tên kirin. Hasan Sinet wiha pê de çû: “Em di navbera hemû xwendekarên akademiya leşkerî û edmên pîlot de hevsendiyeke makeqanûnî pêk tînin.  Der barê xwedekarên ku li ser balafirênşer û F-16’an perwerdehiyê dibînin hin aliyê siyasî   nîqaş kirin.  van aliyê siyasî gotine kesên ji bo perwerdê şandine hemû Kurdin. Ev şaş e.  Der barê vê axaftinên spekulatîf tên kirin. sedema van axaftinan jî ji berk u tiştekî nizanin.”
Fermandarê Hêzên Hewayî ya Iraqê Enwer Heme Emîn jî  diyar kir ku  kesên dibêjin ev perwerde ji bo gel e bi wî re rê liber pirsnîşanan vedike û got ew vê rewşê bi guman dibîne. Emîn wiha got: “Em bi koman xwendekaran dişînin Amerîkayê. Di koma yekmîn de 9 Şîî, 2 kurd û yek jî sunnî hebû.”
Derdorên nêzî muxalefeta Başûrê Kurdistanê jî bertek nîşan didin ku yek pîlotek YNK Û yek jî PDK’yî ye.   Ji pîlotê kurd yek kurê Babekîr Zebarî   û yê din jî kurê Enwer Heme Emîn e. 

BEXDA