Damezrênerên koma mûzîka rock “Pink Floyd” Roger Waters û Nick Mason hêvî dikin ku pêşangeha belgeyî ya 50 saliya koma xwe di meha Gulanê de li Londonê vekin. Armanca van bi vê pêşangehê ew e ku karibin peyama xwe bigihînin hezkiriyên xwe û her wiha jî rêzgirtin û şanaziyê bide kesên ku piştgirî û alîkariya wan kiriye bo dewamkirina xebatên wan.

Pêşangeh bin navê “The Pink Floyd Exhibition: Their Mortal Remains”, “Bermayên miriyên wan”, wê li London’s Victoria û mûzexana Albert di Gulanê de vebe.

Di pêşangehê de ji 350 belgeyan zêdetir belge wê bên pêşandan ku di nav de name, nivîsê destan, wêne û vîdeoyê endamên komê hene.

Pêşangeh çîroka vê koma navdar ku ji 50 salî ve xebatên mûzîkî dike, li ber çavan raxe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN