
Pîr Xelef di civîna awarte ya Şengalê de axivî û bibîr xist ku di 3'ê Tebaxê roja fermanê de kes bi hawara wan ve nehatine û got, "Lê gerîlayên HPG/YJA Starê hatin civaka me ya Êzîdî ya li çiyayê Şengalê asê ma, rizgar kir. Eger gerîla nehatibûna, wê çeteyên DAIŞ'ê li geliyên çiyê bi sed hezaran mirov bikuştina û m tine bikira. Vê baş zanibin; di bin siya gerîla de herêm hate parastin."
Pîr Xelef axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Êzîdîtî bi emel û rabûna ser xwe dibe Êzîdatî. Tenê rojê du caran derketina hemberî rojê têra Êzîdiyatê nake. Ji ber ku îro ji me hemûyan tên xwestin, em li çiyayê Şengalê li ber xwe bidin û vê derê biparêzin. Pêşmergeyan heya roja 2'ê Tebaxa 2014’an digotin 'parastina Şengalê erkê me ye', tevî tank û topên xwe jî di roja fermanê de gel neparastin û reviyan."
Pîr Xelef ragihand ku plan û siyasetên derve naxwazin Êzîdîtî bimîne, dixwazin tine bikin û got: "Îro gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê ji Zaxo bigire heya aliyê Rojhilatê Kurdistanê û her çar parçeyên din hene, şer dikin û li ber xwe didin. Hedefa Tirkan û hêzên din ne derxistina gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê ye. Hedefa wan qirkirin û tinekirina civaka Êzîdî ye. Lewma bila civaka Êzîdî baş zanibe. Eger hedefa wan gerîla ne, gerila li her cihî ne. Na ew ne rast e, tenê bihane ye. Îro dixwazin gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê derxin û navê Êzîditî li cîhanê nehêlin."
Pîr Xelef axaftina xwe wiha domand: "Di dema Osmaniyan de 72 fermanî anîn ser civaka Êzîdî û kesek nikare vê înkar bike. Ji derveyî Tirkan kesek din ev neanî serê me. Îro jî Tirk li ser navê hatina Til Efer û Beşîka dixwazin civaka Êzîdî nehêlin."
Pîr Xelef axaftinê xwe wiha bi dawî kir: "Ez bang li civaka Êzîdî dikim û rica dikim bila dev jî berjewendiyên xwe yên şexsî berdin, werin bibin yek deng û yek dest."
RIZGAR DENÎZ / ANF / ŞENGAL