Komîteya Ziman û Perwerdeyê got: “Rastiya ku gel, netew û koman bi cewherê xwe re didin jiyan, li ser piyan dihêlê, dîrokê ber bi roja me ve tîne û dide jiyan ziman, çand û kevneşopên wan gelan in. Parvekirina jiyan, ruh û derûniya hevbeş, di nava şêwirmendiyê de berdewamkirina jiyana yekser bi vê rastiyê ve girêdayi ye. Di heman demê de çawa ku civakbûna yekem hev fêmkirin, parvekirin û alîkarîdayina hev di eksena jinê de dest pê kiriye; di roja me ya îro de jî ji bo avakirina yekitiya gelan pêwîstî bi destpêkirineke bi vî rengî heye. Ev yek jî di civaka seretayî de bi riya ziman hatiye pêşxistin. Her çiqas di bin pêşengatiya beşên serdest de bi derbasbûna civaka çîndar re girêdayî, hertim yê bi hêz hewl dayê ku yê bê hêz bi bin bixe, ji holê rake jî, ji aliyî gelan ve bi taybetî jî gelên bindest van dewlemendiyên xwe yên çandî û dîrokî xwedî derketine, parastine û dane jiyan. Yek ji van gelên herî kevnar yê vê herêmê jî bêgûman gelê Kurd e.”

Di axuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî tevahî cureyên êrîşên fizîkî û ruhî, gelan bi awayekî xwezayî taybetmendiyên xwe yên çandî, ziman û hwd. bi armanca parastinê li dijberî tevahî êrîşan derketine, ji bo taybetmendiyên xwe û nasnameya xwe ji dest nedin, her tim dane jiyan û wiha domand: “Dema em îro li cîhana Modernîteya Kapîtalîst-Emperyalîst  dinêrin, em dibînin ku gelek malbatên ziman ji nava rûpelên dîrokê hatine rakirin. Lê her çiqasî grûbên ziman hatine rakirin jî, ew qas jî di bin diruşmeya “parastina ziman, parastina hebûnê ye”de gelên ku têkoşiyane, komik û gelên ku  hebûna xwe parastinê jî dibînin.

Mafê xwe îfadekirinê…  

Komîteyê diyar kir ku bi şert û mercan ve girêdayî dibe ku ew zêdetir li ser zaravayê Kurmancî xebatên xwe kûr dikin, lê di gel vê de li ser zaravayên din jî lêkolînên xwe pêş dixin û got: “Dema ku bi awayekî xwezayî xebatên me li ser zaravayê Kurmancî pêş dikeve, lê ev nayê vê wateyê ku em zaravayên din yê Kurdî red dikin. Yek jî regezên herî sereke yê dana jiyana Konfederalîzma Demokratîk jî ev e ku “her gel, netew, kêmenetew û komikên heyî li kuderê bijîn, şert û mercên ku di nav de dijîn, çi dibe bila bibe, çawa ku xwedî mafê jiyanê ne; bi zimanê xwe axaftin, perwerde dîtin, di hemû cîhan de bi awayekî misoger xwedî mafê xwe îfadekirinê ye.” Tu kes nikare vî mafî ji yê din bigire. Em wekî Komîteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê heta dawî  dilsozê felsefeya Rêber Apo ne. Ji ber vê yekê em nikarin çav li asîmîlasyona ser gelan; gel ji nasnameya xwe qutkirinê û mafê bi zimanê xwe axaftinê bigirin. Berovajî, van polîtîkayên xwe dispêrin yekperestî xwe ferzkirinên bi vî rengî heta dawî em dê di nava têkoşînê de bin. Di vê wateyê de regeza me ya sereke; di her perçeyekî Kurdistanê de, cihê ku  gelê me lê dijî bi zaravayekî diaxive. Dema ku em vê rastiyê bînin ber çavan di kîjan perçeyî de, bi kîjan zaravayî tê axaftin, giranî ji vî zaravayî re dayin, regeza me ya sereke ye. Di gel bikaranîna zaravayê ku di nava jiyanê de tê bikaranîn, fêrbûna zaravayên Kurmancî û yên din jî dewlemendiya herî mezin ya zimanên Kurdî ye. Ji ber ku nêzikatiyeke bi vî rengî dê rê li ber tevlîbûneke xwezayî veke. Em di vê baweriyê de ne ku nêzikatiyeke bi vî rengî dê jiyanê hê dewlemend û xweşiktir bike. Di heman demê de wê rê li ber tevlîbûneke dewlemend jî veke. Ji derveyî vê nêzikatiyê, tevahî nêzikatiyên din heta yên ku çavkaniya xwe ji zîhnîyeta netewe dewlet digire jî, di nav de tevahî têgehên yekane  weke nêzikatiyên faşîzan dibînin, bi dest digirin û dinirxînin. Bi awayekî aşkere em didin diyarkirin; em ê li beramberî tevahî cure nêzikatiyên bi vî rengî tim û daîm di nava têkoşînê de bin.”

Pir zaravayî dewelemendî ye

Komîteyê da zanîn ku di nava Kurdî de hebûna pir zaravayî weke ku hinek îdea dikin ne perçebûne, berovajî; dewlemendî ye û got: “Ev dewlemendî di bin navê fermîkirina ziman, standartkirina ziman û hwd. de ji alîyê me ve nayê pejirandin û dê qet neyê pejirandin jî. Li ser navê fermîkirina ziman tişta ku tê ferzkirin redkirina zaravayên din ên Kurdî ne. Çawa ku em li zaravayê di nava jiyanê de bi kar tînin, xwedî derdikevin di heman astê de xwedî derketina li zaravayên Kurdî yên din jî xwedî derketina li nasnameya neteweyî, xwedî derketina li çand û dîroka hevbeş ya Kurda ye. Dîsa çawa ku bi salane ew perçegerî ya li ser Kurdan hatîye ferzkirin, gelê Kurd ji hêz xistiye; bi zanistiyeke bi hevrebûnê dê îradeya gelê Kurd û asta netewbûna gel derbixe holê.”
Komîteyê herî dawî ev bang kir: “Em li ser navê Komîteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê bang li tevahî gelê xwe dikin û bi diruşmeya “xwedîderketina li zimanê xwe, xwedî derketina li nasnameya xwe ya netewî û  xwebûn e” li dijberî tevahî cure zîhnîyetên dagirker û yekane derkevin. Bi baweriya ku tevahî gelê me dê bi vê zanistê tevlî pêvajoyê, kar û xebatên ziman, perwerde û çandî bibin. Em we bi ruhê berxwedaniya Îmralîyê silav dikin.”

 ANF/BEHDÎNAN