Pira Belek a dirokî ya 113 sale li navçeya Bazîda Agiriyê ku ji aliyê Mir Mihemed ve hatî çêkirin bi qedera wê re hatiye hiştin. Ev pir ji bo kevirên reş ji Çiyayên Agiriyê binin ji bo saraya Îshaq Paşa berî ku temelê Sarayê beşa yekemin were avêtin di sala 1674’ân de bi duayen Ehmedê Xanê hatiye çêkirin. Ehmdê Xanê carnan diçe vê pire, li avzêlka li gel vê pire ji qamîş pênûsa tîran amade dike di berhemê xwe de diyar dike. Ehmedê Xanê li ser pire dirûne, li Avzêlkê li gel pire jiyana li vê avzêlkê bi nivîsekê digre dest.

Ji çaxê teknolojiyê kevir derdixe

Pira Belek a 7 kilometre li ser riya Bazîd Îranê avzêlka Çemê Zer e, demek dirêje bê ewlekarî haya niha hatiye li gel vê yeke jî li gel piren ku bi tek teknolojiye hatine inşakirin gelek xweşiktir e. Nêzîkî 20 metreyan rojhilatê pirê 6.x 6 metre bi situriyek wekî deriyek bi plana çarguşe hatiye çekirin.  Bi demêre ji ber mêzenekirinê kevirên ku hatine bi karanin hemu hilweşane di roja mede weke xerabeyekê ye. Diwarê pire hemû di rewşa hilweşinêdeye. Pira dirokî her roj hinek dine bi tinebunêre rû bi rû dimîne.

Midûriyeta Çandê xwe parast
Midurê Çand û Turîzmê yê Şaredariya Agiriyê der barê pira dîrokî pira dirokî ya ku bi tinebunêre rû bi bû hatî hiştin Mûdûrê Çandê yê bajarê Agiriyê Muhsîn Bulut re hevdîtinek kir lê Bulut diyar kir ku çêkirina pire ne girêdayî wa ye. Bulut anî ziman ku çêkirian vê pire girêdayî Mûdûryeta Rêyên Bejayî ye. Bulut got: “Ji be ku pira dirokî di nava xebata rêyên bajhî deye, me ji restorekirina wê teklif kir lê ji ber ku ne girêdayî me bu, me me nekari em çekin.” 

DÎHA/AGİRÎ