Di rojên borî de ji aliyê ku nasnameya wan ne diyar tabelaya pirê hatibu şikandin û li ser wê 'Ciwanên Ulkucu', 'TC. Turkiye' hatibû nivîsandin. Endamên Platforma Hêzên Demokrasî û Kedê ya Colemêrgê çûn cihê ku pir lê ye û cihên hatibûn rûxandin restore kirin. Piştî restorekirinê endamên platformê 3 tabelayên ku li ser 'Pira Ciwanên Şoreşger' dinivîsand li pirê çikandin. Li vir ji bo 40'emîn Salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, daxuyanî hate dayîn. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût daxuyaniyê xwend.
Akbûlût wiha got: " Ji bo me nirxek e. Ev pir di nava gelên Kurd û Tirk de wekî pira biratiyê ye. Bi pêşengiya Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya di salên 70'î de têkoşînek şoreşgerî hate meşandin. Ev têkoşîn niha bi heman biryarbûnê lê hîn bi hêztir didome."
COLEMÊRG