
Yek ji nîşaneyên Amedê Pira Deh Derî ye. Li herêma Kirklar Dagi, ku ev pira dîrokî lê ye û weke cihekî pîroz tê dîtin, avahiyên ji beton tên çêkirin. Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Sûrê ya DBP’yî, di bin navê ‘Porjeya Geliyê Dîcle’ de ev herêma ji bedewiya xwezayî û dîrokî pêşkêşî talanê kir. Li vê herêma pîroz, ku ‘Avahiyên Jiyanê ya Kirklar Dagi’ beriya niha lê hatin û hê jî mijara nîqaşê ye, vê carê jî kafe û mizgeft tê çêkirin. Ev avahiyên li kêleya Pira Deh Derî hatin çêkirin û zerarê didin tevîneka dîrokî, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve hatiye erêkirin. Tevî ku li derdorê cihekî ku mirov lê ne nîne jî, mizgeft tê çêkirin. Şêniyên herêmê vê yekê weke hewldanek ji bo jêxwarinê û xapandinê dibînin. UNESCO jî dest li vê yekê wernade, ku li herêma sîtê tê çêkirin.
‘Divê bizmarekî jî lê nexin‘
Endama Odeya Mîmarên Amedê Mîmara Bilind Şehnaz Elçî mijar nirxand û anî ziman, divê nêzîkatiya li qadên dîrokî gelekî hesas be. Elçî got, “Dema cihekî dîrokî tê restorekirin, pêwîstî bi sparteyeke xwe ya qanûnî heye. Divê makîneyên kar nekevin cihên dîrokî. Lazim e dewlet bi tena serê xwe nekeve nava hewldaneke bi vî rengî. Li Dehlên Hewselê û geliyê Çemê Dîcleyê, ku UNESCO’yê weke herêma parastinê îlan kiriye, divê bizmerek jî lê nekeve.”
Elçî bal kişand ser guhertina derdorê û anî ziman, darê çamê yên li herêmê hatine çandin, li rastiya vê herêmê nayên. Elçî destnîşan kir, ji ber ku rewşa dîrokî ya pirê û çiyê xera dike, ev yek êrîşek li dijî mîrateya mirovahiyê ye.
HULYA EMEÇ / ANF / AMED