
Li cîhanê ji pirên kevirî ya ku kemera wê herî dirêj, Pira Malabadê ye. Pira efsûnî ku di lîsteya UNESCO’yê de cih digire, li ser Çemê Êlihê hatiye avakirin û bûye şahidê gelek şaristanî, çîrok, stran û destanan. Pira ku bi kevirên neqişkirî û dîrokî hatiye avakirin, herêma Xerzan û Amedê digihîne hev û xweşiya mîmariya xwe ya dîrokî radixe ber çavan. Pir li gel sedan sal emrê xwe jî wekî doh hatibe avakirin, li ser xwe ye û her sal bi hezaran turîst tên dîtina wê. Li bajarên herêmê her cihek bi taybetmendiyên xwe yên dîrokî tê nasîn û ji ber xweşiya nîgarên dîrokî mirovan diçin dîtina wan. Yek ji van cihên dîrokî jî Pira Malabadê ye. Pira Malabadê di Îlona 2016’an de di lîsteya UNESCO’yê ya mîrateya cihanê de cihê girt. Tê gotin ku ev pir ji aliyê Bad kurê Dostik ê avakarê Dewleta Merwaniyan ve hatiye çêkirin. Li gorî texmînan Pira Malabadê sala 1147’an hatiye çêkirin. Pir li ser çemê Batmanê di navbera Farqîna Amedê û Hezoya Êlihê de hatiye avakirin. Aliyek hîmê pirê li şeqê gundê Malabada Farqînê ye û aliye din jî li gundê Zîlana Hezoya Êlihê ye. Pir bi sedan salan ji rêwîtiya gelek şaristaniyan re bûye şahid û rêyeke qedîm. Li cihek wisa stratejîk hatiye avakirin ku pir, herêma Xerzan û Amedê digîhîne hev.
Di cîhanê de yekemîn e
Gelek çîrok, stran û destan li ser pirê tên vegotin. Pira Malabadê bi neqş û kevirên xwe yên dîrokî û teşeya hemû xweşikî û bedewiya xwe radixîne ber çavan. Ev pira dîrokî her demsal ji çûn û hatina turîstan re vekirî ye. Li rex pira dîrokî beriya niha pirek hesinî jî ji bo çûn û hatina wesayîtan hatiye çêkirin. Di bin pirê de ava çemê Êlihê yê renge-kesk diherike. Pir heta niha di 1989’an û 2012’an de hatiye restore kirin. Pira Malabadê di cîhanê de di nav pirên kevirî de ya ku kemera wê herî fireh e. Di hûndirê pirê de ode hene û karwan û rêwiyan berê ev ode wek cihê mayînê bi kar anîye. Pir 150 metroyî dirêj, 7 metroyan jî fireh û cihê herî bilind jî 19 mitroyî bilind e.
Dibêjin pir a Merwaniya ye
Hin lêkolîner û zimanzan dibêjin ku navê resen ê pirê Malabadê yê û didin zanîn ku pir navê xwe ji peyva “Malbatê” digire. Her wiha hin lêkolîner û nivîskar jî didin xuyakirin ku Bad pêşengê eşîra Badikan a li Farqîn, Pasûr û Mûşê bûye. Lêkolîner ji bo av û dîroka pira Malabadê wiha dibêjin: “Dîsa li gorî dîrokê sala 1147’an ji aliyê Begtiya Artukluyan ve hatiye çêkirin, lê ez ne bawer im. Hûn ê bibêjin çima? Artuklu çima wê navê Mala Badê lê bikin? Û serdestan xwestine ku avahîsaziya Kurdan înkar bikin. Ku mirov bifikire ku dewleta Merwaniyan di 1085’an de hilweşiya be jî bandora wê domiye.”
Çîroka Bad û evîndara wî
Zarokên biçûk yên ji gundê Malabadê ku rêberiyê ji pirê re dikin û li gorî extiyarên heremê qala pirê dikin, wiha behsa çîrokê dikin: “Bad, evîndarê keçikekê ye ku li aliyê din ê çem dijî. Li ser çem pir tune ye. Bad nikare xwe bigihîne dildara xwe. Her roj her yek ji aliyekî, bi bangewaziyê bi hev re dipeyîvin. Arê evînê dilê wan diperitîne. Rojekê keçik li avê dixe û bêyî ku bigihîje cem Bad, dibe dilopek ji pêlên avê û di avê de winda dibe, lêgerîna Bad ti encamê nade. Radibe diçe cem Mîrê Farqînê û dibêje ‘Were em pirekê çêkin ku dildar bi rehetî herin cem hev.’ Mîr hurmetkarê evînê ye. Zilamên mîr dest bi çêkirina pirê dikin, lê heta nîvî tên kember zêde bilind dibe, hev dikarin çêkin. Mîr bangî Bad dike û jê re dibêje, “ma tu dikarî pirê biqedînî?’ Bad wisa bersivê didê ‘ku ez pirê biqedînim ez ê destê te yê rastê ji zendê ve jêbikim.’ Wisa li hev dikin û Bad pira nîvçe mayî bi tena serê xwe, bi hêza evîna dildariyê, diqedîne û destê mîr jê dike û navê pirê dikin ‘Mala Bad’ ango Pira Mala Bad, Pira Mala Badê. Tê gotin ku ew nîgar-rismê destê jêkirî ku li nîvê pirê ye, sembola destê mîr ê jêkirî ye.”
Pira Rindîxanê
Yek ji çîrokên rastî ku li ser pirê tê gotin jî ev e: “Rindîxana keça Mihemedê Eliyê Ûnis pêşengê eşîra Mala Eliyê Ûnis ku li dijî artêşa dewleta Tirk şer dike, piştî bibinketina Serhildana Sasonê ya sala 1926’an dîl dikeve destê artêşa Tirk û fermandarek ji ber xweşikiya wê serxweş dibe ku dixwaze dest dirêjiyê lê bike. Rindîxana xweşik a şervan ku birîndar e wisa dibêje; ‘Ez hêsîrê we me, hûn dikarin her tiştî bi min bikin, lê di nav sînorên xaka malbata min de ev nabe, hûn destdirêjiyê bikin ez ê xwe bikujim. Çemê Êlihê sînorê me ye, piştî wê derê tu dikarî têkildarî min bibî.’ Dema ku tên ser Pira Malabadê, Rindîxan dixwaze cara dawîn li xaka bav û kalên xwe binêre û ew jî destûrê didinê. Û hêdîka dimeşe ser pirê û xwe diavêje bextê pêlên çemê pîroziya axa xwe. Beriya ku xwe bavêje, dibêjin, bi qîrîn gotiye; Ez im rinda Rindexan Keça mîr û axa û çiyan Ey Tirkê Tacik Karê we çi ye li van ciyan Rinda bûye namdar Ez dimirim, birîndar û bêzar Teslim nabim destên neyar û naçim bê ar.”
Nakokiya Êlih û Farqînê
Yek ji çîrokên pêkenokî ku li ser pirê tê gotin jî ew e ku Farqînî û Êlihî li ser Pira Malabadê li hev nakin. Êlihî dibêjin “Pir a me ye” û Farqînî dibêjin “Pir a me ye.” Heta niha ev nîqaşa di navbera Êlihî û Farqîniyan de bi dawî nebûye û nehatiye zelalkirin pir a Êlihê ye yan jî ya Farqînê ye.
BÎLAL GULDEM / DÎHABER / AMED