" Meclîsa Jinê li dijî erêkirina cezayê girtîgehê yê 8 sal û 9 meh ji aliyê Dadgeha Bilind ve, nerazîbûn nîşan da. Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Ev ne biryareke hiqûqî ya siyasî ye." Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku biryar di salvegera komkujiya Roboskî de hatiye eşkerekirin û hat gotin, "Ev biryar nîşan dide ku hikûmeta heyî dixwaze Kurdan yan bişîne goristanê yan jî bişîne girtîgehê. Ev lîstika AKP ya şovenîst, dê êdî pêk neyê."

Biryar li dijî jinê ye

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê diyar kir ku ew li gel Tûncel e û got; "Ev biryara dadgeriya bi serdestiya mêr a li dijî Hevseroka me Sebahat Tûncel, biryarek li dijî tevahiya jinan e. Ji ber ku Sebahat Tûncel di heman demê de weke jinekê, ji bo koalîsyona AKP ya mûxafazakar demokrat, mîna me hemûyan xeteriyeke potansiyel bû. Sebahat Tûncel dema weke parlamentereke jin a azadîparêz pantolon li xwe kir û çû Meclîsê, li Meclîsê sernixumandin parast, li dijî tundiya mêr a li hemberî jinê têkoşiya û têkoşîna azadiyê ya LGBT'yiyan li her derê û her tim parast. Lewma Sebahat Tûncel em in. Ya ku tê darizandin, ya ku hat cezakirin têkoşîna me ya azadiyê ye."

Jin tên darezandin

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê ragihand ku rewatiya dadgehên ceza dane Tûncel ji aliyê rêveberên wan bi xwe tê nîqaşkirin û got, "Dadgehên ku bûne pêlîstokên desthilatdariyê û biryarên siyasî yên wan, ji aliyê me ve ti hukmê wan nîne." Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê got, "Em edaleta serdestiya mêr û biryara we ya şovenîst nas nakin."

Tuncel: Biryar siyasî ye

Hevseroka Giştî a HDP’ê Sebahat Tuncel li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lêpirsîn kirin, di vê dozê de lêpirsîna girtinê hat kirin û di sala 2007’an de parlementer hat hilbijartin û hat berdan. Biryara dadgehê a ku derbarê Tuncel de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê ji aliyê 9. Daîreya Dadgeha Ceza ve hate erê kirin. Tuncel li ser biryarê wiha got: “Ev biryar weke biryarekî zagonî nirxandin wê şaş be, diyare ku biryar siyasî ye. Tekoşîna me a demokratîk wê berdewam bike.”

ENQERE