Tu ji kê dipirsî dibêje, “Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdî ye.”Li pey vê gotinê jî gelek ji wan dibêjin, “Pirsgirêka Kurdî dijwartirîn û aloztirîn pirsgirêk e.” Lê piştre jî dibêjin, “Êdî dema çareseriyê hatiye, çendî dijwar be jî divê çareser bibe, lewre heta ku ew pirsgirêk çareser nebe, pirsgirêkên din çareser nabin.” Lê ligel ev qas gotûbêj û galegalên der barê Kurdan û pirsgirêka Kurdî de jî ji bo çareseriyê gavên pêwîst nayên avêtin.
Pirî caran rayedarên dewletê çavên xwe digirin û dibêjin, “Heke tu lê nefikirî pirsgirêka Kurdî nîn e.” Îro jî Serokwezîr Tayîp Erdogan dest bi nehwirandina straneke din kiriye, “Pirsgirêka Kurd nîn e, pirsgirêka PKK’ê heye.” Rayedarên vê dewletê bi salan xwe bi çîroka “Kurd nîn in,  neyarên me hinek welatiyên dixapînin û berî me didin” xapandin.  Niha jî dibêjin, “Kurd hene, lê mafên wan nîn in, bila li kuçe û kolanan zimanê xwe bi kar bînin, lê li cihên fermî divê tirkî bi kar bînin. Her wiha divê bi tu awayî doza mafê perwerdehiyê û mafên pevreyî jî nekin.” Van demên dawîn hikûmeta AKP’ê dibêje, “Me ji wan re kanaleke televîzyonê vekiriye û li hin zanîngehan jî waneyên ziman û wêjeya Kurdî hene, ew hê çi dixwazin?”
Pergala Komara Tirkiyeyê li ser înkar û asîmîlasyona Kurdan ava bûye, lê serokwezîr ji ber ku televîzyonek bi Kurdî vekiriye û tê de propagandaya dewlet û hikûmetê dike, dibêje, “Me dawî li înkar û asîmîlasyonê aniye.” Pergala perwerdehiyê wekî aşê avê mêjiyê zarokên me dihêre, her serê sibehê zarokên me hebûna xwe diyarî hebûna tirkîtiyê dikin, parlamenterên me li pêşberî neteweya mezin a tirk li ser namûs û şerefa xwe sond dixwin. Lê birêz Erdogan dibêje, “Me dawî li înkar û asîmîlasyonê aniye.” Heke em hinekî din jî sebir bikin, dê AKP makeqanûneke li gorî dilê xwe çêke û em ê jî pê re azad û bextewar bijîn (!) Pîrê nemire bihar tê, kerê nemire xiyar tê!
Bi sedan siyasetmedarên, rojnamegerên me li pişt deriyê girtîgehan in; bi sedan sal ceza li wan hatiye birîn. Lê xem nake, çawa be TRT 6 heye, em ji meleyên fetûllahî hînî ola îslamê û tirkperweriyê dibin. Xêra xwedê ye, em hê çi dixwazin!
Lê heke em qîma xwe bi van tiştan neyînin, em doza xweseriya demokratîk bikin, tiştê ku were serê me diyar e. Bi ser de jî di çapemeniya AKP’ê de dê me bikin hevalbendên Ergenekonê û dê bibêjin, “Ev aştî û demokrasiyê naxwazin, heta nahêlin ku Kurd jî bixwazin, lewre jî divê em van bavêjin girtîgehê û riya Kurdan vekin.”  Bi kurtasî ew dibêjin, “Divê em Kurdan ji bîr û baweriya Kurdiniyê rizgar bikin, wan kedî bikin û berdin nav dehl û daristana berjewendîperest a Kurdên AKP’ê.
Hesabê dagirkerên nû bi vî rengî ye, lê ev hesab naçe serî. Her tim Kurdên azadîxwaz dibin kelem û di çavên wan re diçin. Pest û pêkutî, kuştin û girtin têrî biserketina dagirkeran nakin. Kurdên serhişk her tim bi ya xwe dikin. Wan dîsa bi ya xwe kir û xweseriya demokratîk îlan kir. Hemû gefên berdevkên dewletê ji ber vê yekê ne. Nexwe ew jî dizanin ku 13 leşker ji hêla firokeyên wan ve hatine kuştin.  Bi vî rengî hem sûcê xwe vedişêrin, hem jî dixwazin Kurdan ji riya wan vegerînin. Bi kurtasî ew dixwazin bi tîrekê çend nîşanan hildin. Lê ew tîr riziyaye, ji kevanê dernakeve.