Wênegirê ciwan ê Îranî Xaşyar Cewanmerdî (Khashayar Javanmardi) sala 1991´ê ji dayik bûye û wî li zanîngeha Gîlanê ya li bajarê Reştê beşa Huner û Mîmariyê xwendiye. Wî di 20 saliya xwe de ji bo çapemeniyê bi awayekî profesyonel dest bi kar kiriye. Niha jî ew wênegire e ku ji Tasnim Photo Agency re kar dike. Ew niha li Stenbolê dimîne.

Wî sala 2014´an projeyeke nifşên 90´î yên îranê da destpêkirin û niha yek ji wênegirên belgeyan ên herî jêhatî ye li Îran û Tirkiyeyê. karê wê yê belgekirinê ji serpêhatiyên hewldanên civakî û portreyan heta bi projeyên ceribandinên wî bi xwe.

   

Yek ji projeyên wî jî Rojhilatê Kurdistanê ye; di vê projeyê de herî zêde jî rîtuelên dema Daweta Pîrê Şalyar derdikevin pêş ku li gundê Hewramanî Text bi rê ve diçe. Lê ew nifşên cihê jî tîne miqabilî hev. Me jî ji bo nîşandana vê anîna miqabilî hev a ji Rojhilatê Kurdistanê, du wêneyên wî neqandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN