Bi rastahatina salvegra 5´an a Zarok TV, hunermendan peyameke bi dîmen weşand. Ciwan Haco, Selîm Temo, Şener Ozmen, Vedat Yildirim, Rohat Ciwan, Zelal Gokçe, Ramîn Rebîî, Mizgîn Tahir, Necmedîn Xulamî, Tara Memedova, Sîmir Rûdan, Elvan Koçer, Azado zarok TV li zarokan û mezinan pîroz kir.
Zarok TV kanala 1´ê ya zarokan e ku li bakurê Kurdistanê weşanê dike û ew yekane kanala ku di heman demê de weşana xwe bi Kurmancî û Kirmanckî dike. Ew li ser Turksat 4A yê weşana xwe dike û 2605 Mhz (Vertical), 27500 Symb.2/3 mirov dikarin lê temaşe bikin. Ji dersan, heta bi stranan, ji bernameyên înteraktîf heta bi yên kêf, gelek bernameyên wê hene. Ew her wiha bernameyên çîrokan û yên dîdaktîk jî pêşkêş dike. Ew bi her sê şêwezarên Kurdî yên mezin Kurmancî, Kirmanckî û Soranî weşana xwe dike.
AMED