Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm jî diyar kir ku Kobanê li gel êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê û nêzîkatiyên welatên cîran, ambargoyê bi serketinê ve derketiye û çeteyên DAIŞ‘ê têk biriye. Muslim wiha dewam kir: “Ev serketin ne tenê ji bo Kurdan ji bo Ereb, Suryanî-asurî yên li herêmê dijîn e.”
Muslîm anî ziman ku berxwedana Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê, Kurdên ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dijîn gihandiye hev, di heman demê de berdêleke giran hatiye dayîn, ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê gelek dildar şehîd ketine.
Muslim bilêv kir ku Tirkiye dixwaze dewleta Osmanî ji nû ve ava bike û Rojava, Şengal û Mûsilê bi dest bixe.
Rojava ji bo gelan bû model
Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Bessam Îshak jî anî ziman ku serketina Kobanê tenê ji bo serketinê nebûye sembol, nîşan daye ku divê sîstema Sûriyeyê ya pêşerojê çawa be. Îshak destnîşan kir ku gelên li Rojava dijîn bi zimanê xwe yê dayikê, çand û nasnameya xwe ji ber ku wekhev in ser bilind in.
Rojnamevanê Swêdî Joakim Medîn, ku di dma berxwedana Kobanê de li wir bû nêrînên xwe bi beşdaran re parve kir. Seroka Forûma Çep a Navneteyewî Ann-Margareth Livh, diyar ku ew bi tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bi fikar in û wiha got: “Divê hemû hevkariya bi Tirkiyeyê re divê bihata rawestandin. Ev yek nekirin ji bo Swêd û Ewropayê şermek e.”Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî got ewê wekî Partiya Çep bi gelê Kobanê û Şoreşa Rojava ve di nava têkîliyan de bin.
Hunermend Saman Elias û Armanc derketin ser dikê jî bi stranên xwe ve beşar çoşandin.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM