Ji ber rîska vegirtina nexweşiya Koronayê HDP´ê û partiyên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên girseyî yên Newroza Îsal betal kirin.

Li eyaleta Washingtonê ji ber pandemiya Koronayê rewşa Awarte hat ragihandin û Emerîkayê ji bo 30 rojan seferên balefiran ji Ewrûpayê betal kirin.

 Li Îtalyayê hejmara miriyan xwe nêzî hezarî dike, li Fransa û Spanyayê jî gelek kes ji ber şewbê dimirin. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hejmar xwe nêzî hezarî dike.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) çarşemê got, pêla vîrusa Covid-19 veguheriye pandemiyeke global. Şanî êdî şewba Koronayê ji şewbê û wêde nexweşiyeke vegir a global e. Li gorî WHO’yê dema ku ‘’nexweşiyek bi asta global berbelav bibe’’ têgeha pandemiyê tê bikaranîn. Di rûpela WHO’yê de ya têkilî pandemiyê tê gotin vîrûsên ku dibine sedema pandemiyê ji vîrûsên grîbal tên ku ev jî ji ajalan tên. Beriya Covîd-19’ê dema hêla H1N1 (grîp A) jî weke pandemiyê hatibû ragihandin. Êdî WHO dikare pêşniyazan bigire û hikûmet jî dikarin li gorî van pêşniyazan tevdîran bigirin. Li Îtalyayê ku welat hemû niha di karantînayê de ye, ji Fransa û Spanyayê jî nûçeyên mirinên bi komî belav dibin. HDP´ê û partiyên Kurdistanî jî bi daxuyaniya doh dayî, got, ji bo parastina xelkê ji şewba Koronayê, wan pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê yên 2020´an betal kirine.

Li dijî pandemiyê tevdîrên hişk

Piştî daxuyaniya WHO´yê Îsraîla ku heta niha bi dehan kes lê ji ber şewbê mirine, di asta serokê hikûmetê de ragihand ku ew tedbîrên dijwar digirin. Serokê Partiya Luikîdê Benyamîn Netanyahû daxuyanî da û got, lazim e ew awayê xwe yê jiyanê radîkal biguherin.

Hema piştî wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li eyaleta Washingtonê rewşa awarte hat ragihandin û serokê DYE´yê Donald Trum jî ragihand ku ji bo 30 rojan seferên balefiran ji Ewrûpayê ber bi Emerîkayê ve hatine rawestandin, lê Meliktiya Yekbûyî ji vê muaf kir.

Li Spanyayê jî bi carekê hejmara miriyan zêde bû û gihişt 84´an li welêt hejmara kesên bi nexweşiyê ketî jî bûye 2800. Li Fransayê jî ji 2181 kesên bi nexweşiyê ketî, heta doh 48 miribûn. Welatê ku piştî Çînê herî zêde derb xwarî jî ji vê vîrûsê Îtalya ye. Li Îtalyayê hejmara kesên tesbît bûye bi vîrûsê ketine bû 12500 û heta doh hejmara miriyan jî bûbû 827. Rojnameya Le Monde ji bo vê şiroveyek kir û got, namîne gelekî û ev hejmar wê ji hezarî bibihure. Li Elmanyayê hejmara kesên tesbîtkirî bi nexweşiyê ketine 2120 bû doh û hejmara kesên ji ber mirî jî 4 bû. Li Swîsreyê hejmara miriyan bû 6 û ya nexweşan jî bû 867.

Li eyaleta Elmanyayê Hessenê jî ku çav li rê ye li bajarê wê Frankfurtê pîrozbahiya Newrozê jî lê çêdibe, wezîrê dewletê Kai Klose da zanîn ku ew ê li gorî pêşniyazên saziyên sihetê, talîmatê bide da ku destûra çalakiyên di wan de bêhtirî hezar kesî bicivin neyê dayîn.

Li Îranê hejmara miriyan nêzî 500´î ye

Piştî Çîn û Îtalyayê welatê herî zêde şewbê tesîr lê kirî, Îran e û pê re jî Rojhilatê Kurdistanê ne. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê ya nû (Covid-19) 75 kesên din jî doh û pêr mirin û bi vê hejmara kesên canê xwe ji dest dan heta doh, bû 429. Hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihîşt 10 hezar û 75 kesan.

Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê Kiyanuş Cîhanpur ev agahî doh dan. Cihanpûr herwiha da zanîn ku rewşa 3 hezar û 276 kesan jî piştî dermankirina wan baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Li Bakur tedbîr

HDP´ê û partiyên Kurdistanî doh li Amedê daxuyaniyek dan elaqedarî pîroznahiyên Newrozê yên 2020´an û wan got, ji bo parastina xelkê ji şewbê, wan biryar daye ku pîrozbahiyên girseyî îsal betal bikin.

Rêxistinên Elewiyan, ji bo ku xwe ji vîrusa koronayê biparêzin, heta dawiya meha Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê navber da îbadeta xwe ya li cemxaneyan. Rêxistinan bi daxuyaniyekê got, “Ji ber şewba gerdûnî ku li gelek deverên cîhanê belav bûye û li Tirkiyeyê jî hatiye dîtin, baweriya me ya ku em mirovan dikin navendê, ji bo ku ev vîrûs bandorê li ti kesî neke, heta dawiya meha Adarê me navber daye îbadeta xwe ya li cemxaneyan.”

 
 

Girtiyên siyasî jî berdin

 

Rejîma Îranê ji ber Vîrûsa Corona (Covît-19) belav dibe, 54 hezar girtiyên edlî serbest berdan. Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW´ê bang li rejîma Îranê kir û jê xwest girtiyên siyasî jî serbest berde.

Berpirsiyarê Rojhilata Navîn ê HRW’ê Michael Page, bal bire ser rîsk û tehlûkeyên nexweşiya ji ber vîrûsa Coronayê û got, “Ewil li ser girtiyên siyasî rîskê zêde dike. Divê rayedarên darazê ewil girtiyên siyasî yên neheq girtî ne, serbest berde. Divê bêyî dem winda bike wan tevan serbest berde. Ajansa Nûçeyan a Mîzan, got, Îran ji bo Newrozê dê 70 hezar girtiyan serbest berde û li aliyê din be sedan mirov û aktîvîstên mafên mirovan bi tohmeta ´Sûcên ewlehiya neteweyî´ girtî ne.” HRW´ê da zanîn ku li gorî raporên li ber destê wan li Girtîgeha Evîn a Tehranê û gelek girtîgehên din vîrûsa Coronayê hatiye tespîtkirin.

 
 

Li dijî Koronayê li Mexmûrê tedbîr

   

Bi hevkariya şaredariya navçeya Mexmûrê û Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê kolan û avahiyên sazî dezgehan hatin dermankirin.

Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Maxmûr) û şaredariya navçeya Maxmûr a ser bi Mûsilê li dijî vîrûsa corona tevahiya kolan û taxên wargeha Mexmûrê derman kirin.