Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Krasnodar û Komara Xweser a Adigeyê yên Federasyona Rûsyayê û li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hat pîrozkirin.

Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, salvegera damezrandina PKK’ê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd bi şahiyekê hat pîrozkirin. Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê Refîq Babayev got, PKK ji bo gelê Kurd bûye sedema xwe jinûvegirtina li jiyanê û wiha peyivî: “Îro gelên cihanê bi saya têkoşîna PKK’ê Kurd û Kurdistanê nas dikin û hurmetê nîşan didin. Lewma PKK ji bo gelê Kurd ê li ber tinebûnê bû, bû destana vejînê.”

Piştî axaftinê, hunermend Azad Bedran, Peywan Arjîn, Berfîn Mamedova, Roj Azad, koma govendê ya Şehîd Kados û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

Salvegera damezrandina PKK’ê li Komara Xweser a Adigeyê jî bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê hate pîrozkirin. Gelek Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bûn.


´Rêber Apo gel zindî kir´

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn li ser wateya rojê axivî û got, “Bi PKK’ê re jiyan li Kurdan vegeriya. Lewma xwedîderketina li vê rojê di heman demê de xwedîderketina li dîroka xwe ye.”

Kurdistaniyên tevlî pîrozbahiyê bûn piştre li ber stranên Azad Bedran, Peywan Arjîn û Berfîn Mamedova govend gerandin.

Li bajarê Swîsreyê Luzernê, salvegera damezrandina PKK’ê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistaniyên danê êvarê li Muhle Platzê civiyan, bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Girseya gel ji kolanên qelebalix ên bajêr derbas bû û li Muhle Platzê vegeriya.

Rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Luzernê, Mûlla Semsûr li vir axivî û bal kişand ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Semsûr got, “Serok Apo ev gel kir xwedî rêxistin û ji nû ve zindî kir. Bi saya PKK’ê gelê Kurd ji tinebûnê rizgar bû.”  


MOSKOV / LUZERN