Şahî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê pêk hat. Di şahiyê de Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Karê Hindirîn Kenan Berkat, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, Cîgira Seroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî, Endama Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn, şandeyek ji Meclîsa Êzidiyên Şengalê û bi beşdariya hezaran welatiyên Dêrikê ji hemû pêkhateyan têde cihê xwe girt.
Hemû pêkhate amade bûn
Qada Şahiyê bi wêneyên tekoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan û bi al û sembolên Saziyên Rêveberiya Xweser hate xemilandin. Şahî bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre gele axaftina hatin kirin. Yek ji axaftvanan Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Dêrikê Yûsif Hacî bû. Hacî got ku îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di roja damezrandina komara Mihabtê de tê wateya ku gelê ku ji mafê xwe tekoşîna xwe dewam dike.
Piştre Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed destnîşankir ku Rêveberiya Xweser li Rojava misogeriya mafê hemû pêkhateyan e û sîstema sereke ya çareseriya kirîza Sûriyê ye. Piştre Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Osê, li ser navê Meclîsa Êzidiyan Şêx Nûrî, Endamê Partî Demokratî Kurdî Sûrî Şukrî Hemo û Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Rewşen Dêrik yekemîn salvegera îlankirina Rêveberiya Xweser li gelê Rojava pîroz kirin. Paşî komîn bi navê Zîlan û Cudî sitran gortin.
ANHA/DÊRIK