
ALVA OSÊ / AZAD SEFO /ANHA/ DÊR A ZOR
Koçberekî ji bajaroka El-Eşara ya girêdayî bajarê Dêr a Zorê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê weke mişkan li pêşiya derbeyên Hêzên Sûriya Demokratîk diperpitin û got: “Piraniya çeteyan reviyane ji Tirkiyeyê ne.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xebatên xwe yên ji bo rizgarkirina bi sedan welatiyên sivîl ji destên çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Bi sedan welatî rojane ber bi herêmên rizgarkirî ve koçber dibin.
Koçberê bi navê Cuma El-Hisên yek ji welatiyên bajaroka El-Eşara ya girêdayî bajarê Dêr a Zorê ye û ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destên çeteyan hatiye rizgarkirin. El-Hisên diyar kir ku êdî çeteyên DAIŞ’ê li ber tinebûnê ne.
El-Hisên di destpêka axaftina xwe de spasiya şervanên QSD’ê kir û got: “Me gelek tişt li ser şervanên QSD’ê dibihîstin, lê me asta rêzdariya wan li hemberî mirovahiyê nas nedikir.”
El-Hisên dest nîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê derketina wan ji herêmê qedexe dikirin û ew weke mertalên zindî bikar dianîn da ku xwe ji derbeyên şervanên QSD’ê biparêzin. Hisên got: “Gelek serkêşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane Tirkiyeyê. Gelek serkêşên çeteyan bi Tirkî diaxivîn û her kes dizane ku DAIŞ û dewleta Tirk rûyên heman dirûvî ne.”