EVRÎM KEPENEK

JINNEWS/STENBOL

Koroya Lazîka ya muzîka kevneşopî ya Lazî bi nirxên gerdunî bi pirrdengî ji nû ve distirê bi gotina ‘Helasa yalesa’ ku tê wateya ‘hadê’ xwedî li zimanê Lazkî derdikeve.

Komek dildarên di Enstîtuya Laz a Stenbolê de dixebite, sala 2016’an Koroya Lazîka ava kir û muzîka kevneşopiya Lazî bi nirxên gerdunî di asta pirrdengiyê de ji nû ve distirê. kom her diçe gûhdaran matmayî dihêle. Jinên Lazîka ku di 6’emîn Bernameya Mihrîcana Koroyên Pirrdeng a Navneteweyî ya Stenbolê a Sansevê de cih girt, bi gotina ‘Helasa yalesa’ her kesî vedixwîne govenda Lazan, horonê.

 

‘Dixwazim muzîka lazî

bi mirovan bidim nasîn’

Emîne Çolak şeftiya koroyê dike. Emîne ev du sal in ku koroyê bi rê ve dibe û diyar dike ku sala bihurî bi sê dengan, îsal jî bi çar dengan muzîkê dikin. Emîne Çolakê destnîşan kir ku huner karê dîsîplînê ye û wiha pê de çû: “Ji bo her kes hev bibihîzin divê hev guhdar bikin. Ev jî bi xweşbînî û fêmkirinê dibe. Em dixwazin bi her kesî muzîka Lazî bidin nasîn.”

 

19Emîne Çolakê anî ziman ku zimanê Lazî ji ber li ber tunebûnê ye, gelek girîng e ku li sahneyan bê dîtin û got zimanê Kurdî, Hemşînî, Ermenî jî di hedefa Lazîka de ye.

Endama Koroyê Sevînç Alçîçek jî got ew gelek ji strandina stranên Lazkî hez dike û wisa tevlî koroyê dibe û got, “Ez Laz im. Ez bi zimanê xwe stranan dibêjim. Niha xwe tam Laz hîs dikim. Ev jî ji bo min gelek bi kelecan e. Em muzîka xwe yekem car wek polîfonîk dibînin. Dibe ev li Tirkiyeyê ya yekem be.”

Fîlîz Çervatoglu jî got ew ji ber ku bi zimanê xwe stranan dibêje, gelek bi kelecan e û got ji bo muzîk bigihêje nifşekî din Lazîka rêyeke baş e.