Êrişên li dijî goristanan bi dawî nabin. Di meha Remezanê de jî dewam dikin. Hefteya bihurî li Farqînê ya ser bi Amedê, li  Erdîş a ser bi Wanê û li gundên ser bi navenda Mûşê êriş li goristanan hatin kirin.

n Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag got, Divê ev êriş ji êrişên li dijî Mexmûr û Zînî Wertê cuda neyên dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker û înkarker, di kirinên xwe de ji dijminatiyê wêdetir, tiştên hov dike. Yek ji van kirinên wê jî êrişbirina ser qebrên Kurdan nexasim jî yên gerîlayan e. Nerazîbûna Kurd û Kurdistaniyan ji vê kirinê heye.

Êrişên li dijî goristan û cenazeyên Kurdan weke rêbazeke berê ya şerê taybet a dewleta Tirk tê zanîn. Teşhîrkirin û êşkencekirina li cenazeyên gerîlayên HPG’ê, her wiha şikandina kêlên gorên wan dema dawî zêde bû. Di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenazeyên gerîlayên HPG’ê bi makîneyên kar ji Goristana Xerzanê derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. 262 cenaze 2 salan li saziya tipa edlî hatin hiştin û 10 ji wan di 13’ê Kanûna 2019’an de radestî malbatên wan hatin kirin. 252 cenaze jî hîna li saziya tipa edlî ne.

Di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Şirnexê êşkenceya li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk hate kirin û li navçeya Gimgim a Mûşê hovîtiya ku li cenazeya gerîlaya HPG’ê Ekîn Wan hate kirin ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Êrişên li dijî goristanan bi dawî nabin. Di meha Remezanê de jî dewam dike. Hefteya derbasbûyî li navçeya Farqîn a Amedê, li navçeya Erdîş a Wanê û li gundên ser bi navenda Mûşê êriş li goristanan hatin kirin. Ji qereqolan her wiha li hin malbatan û keyayên gundan geriyan û ji wan xwestin ku kêlên gorên zarokên xwe bişikînin. Her wiha xwestin wêneyên şikandina kêlên goran ji leşkerên li qereqolê re bên şandin.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn û endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Muhîttîn Mûgûç têkildarî mijarê axivîn.

Konsepta şerê taybet

Hevserokê Komeleya MEBYA-DERê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van qirkirinên xwe nîşan bide ku ew xwedîderketina li miriyan jî qedexe dike. Karadag got, ”Daxwaza mafên demokratîk li aliyekî, dixwazin daxwaza mirovan a nirxên mirovî jî asteng bikin û bi vê zextê civakê bêdeng bikin. Tengaviya xwe ya aborî û siyasî dixwaze bi şerê qirêj ê li dijî Kurdan temam bike. Refleksa civakê dipîvin. Xwedî wê nêrînê ne ku dibêjin, ‘Eger nerazîbûn tune be, em ê vê yekê di asteke bilindtir de bikin’.”

Konsepteke giştî ye ya êrişê ye

Karadag diyar kir ku ev yek ne pirsgirêka malbatekê yan jî saziyekê ye. Ev pirsgirêk a mirovahiyê ye. Pirsgirêka wijdan û exlaqê ye. Bi van kiryarên xwe, dewlet xwe li aliyê dijberê nirxên mirovahiyê nîşan dide. ‘Plana Têkbirinê’ li ser gelê Kurd dimeşîne. Divê ev êriş ji êrişên li dijî Mexmûr û Zînî Wertê cuda neyên nirxandin. Ev êriş hemû di heman demê de vê yekê nîşan dide. Konsepteke giştî ya êrişê heye.”

Bi ti pîvanê nayê ravekirin

Serokê ÎHD’ê yê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn jî diyar kir ku êrişa li ser goristanan, şikandina kêlên goran bi ti pîvaneke hiqûqî, civakî, bawerî û nirxan nayê vegotin û destnîşan kir ku nepêkan e nebaşiya li pişt vê nêrîn û nêzîkatiyê bê fêhmkirin.

Parêzerê OHD’ê Mûhîttîn Mûgûç jî bal kişand ser pêvajoya hiqûqî û got, ”Pêvajoya hiqûqî bi rengê gilîkirinê dikare bê kirin. Eger malbat smiracaet bikin, ew ê bi her rengî piştgiriyê bidin wan. Eger ji mekanîzmayên hiqûqa navxweyî encameke erênî neyê bidestxistin, wê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê dayin. Zû yan jî dereng wê encam jê bê wergirtin.”

 

AMED