Wezîrê hikûmeta Bexdayê Seidun Dilêmî û wezîrê pêşmergeyan yê herêma Kurdistanê Şêx Ceifer Şêx Mistefa û wezîrê navxweyî yê Kurdistanê Kerîm Şingalî jî di civîna çapemeniyê de amade bûn. Wezîrê hikûmeta Bexdayê Dilêmî li ser lihevhatinê agahî da û weha got: " Komîteya bilind wê li ser çareseriyê belgeyekî amede bike. Niha tu pirsgirêk di navbera her du aliyan de nema ye."
BEXDA