Senatorê Frensî yê ji Partiya Komusnîst a Franseyê (PCF) Billout, 6’emîn paragrafa Deklerasyona Astana ku sala 2010 hate morkirin bi bîr xist û dest bi axaftina xwe kir.
Billout vê paragrafa der barê binpêkirinên mafê mirovan de weke referans nîşan da û got; “Me ji ber binpêkirinên mafan, nerazîbûn nîşanî hin endamên vê meclîsê, lê tê bîra min ku ji sala 2008 ve pirsgirêka Kurd nehatiye rojeva vê meclîsê.”
 Billout bi bîr xist ku gelek rojnamevan, parêzer, hilbijartî, siyasmetmdar, sendîkavan û parêzvanên mafê mirovan di girtîgehan de û gelek nexweşên giran jî girtî ne.
Senatorê Frensî serdana xwe ya sala par li Tirkiyeyê pêk hat bi bîr xist û diyar kir ku wî dît ku bi sedan kes hatin binçavkirin û wiha domand; “Bi ya min, ev pêkanîne ne tenê bersivê nade daxwazên rewa, di heman demê de rê li ber gurkirina şereke navxweyî vedike. Ev yek ne li gorî angajmanên Helsinkî yên di Deklerasyona Astanayê de hatine dubarekirin e.”

  ANF/PARÎS