Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), Hafiz Ahmet Turhalli piştî ku rehmet, bereket û silametiya ji Xwedê ji bo hemû mexlûqan niyaz kir got, “Miletê Kurd û pirsgirêka Kurdistanê, mîna kaxezeke turnusolê, rastiya her kesî radixe ber çavan. Bi awayê xwe yê herî zalimane minafiqî li dijî Kurdistanê û gelê Kurd tê tedbîqkirin. Gelê Kurd bi awayekî giran berdêla vê minafiqiyê dide, lê di heman demê de dibe wesîleya wê yekê ku dîn û îdeolojî bikevin ber lêpirsînê û rastî derkevin holê.” Bi van gotinan, Turhalli îşaret bi qedexekirina banga ji bo nimêjê li gundewarên Stewra a Mêrdînê dike û wiha dewam dike: “Wan ên ku got, ev bangên ji bo nimêjê wê bêdeng nebin, û bi vê gotara xwe bûn desthilatdar, îroj li Stewrê banga ji bo nimêjê qedexe dikin… Em dibin şahidê wê yekê ku serdanên taziyê qedexe dikin, ên ku ji bo taziyê kon vedane, didin girtin. ew ên ku diçin ser gorên miriyên xwe Fatihayê dixwînin, îro gorên wan ên ku ji wan re dibêjin, birayên min ên Misilman, xira dikin. Hestûyên wan jî tarûmar dikin û pê pesnê xwe didin.” Turhalli dibêje, her kes êdî dibîne ku ti elaqeya van minafiqan bi Îslamê re nîne û bi vê minasebetê, ev rastî jî eşkere bûye. Hafiz Ahmet Turhalli nivîsa xwe ya derbarê mijarê de wiha bi dawî kir: “Em bi zimanekî eşkeretir îfade bikin; ew ên ku navên wan Misilman e, yan jî xwe weke Misilman îfade dikin; pêkanînên wan pêkanînên mişrikên Mekkeyê, yên Firewûn û Nemrûdan in.” n NAVENDA NÛÇEYAN