Pirsa Kurd weke pirs nedihat dîtin, ji ber ku dema Kurd tune bin çewa dibe ku pirsa wan hebe? Ev li gorî zihniyeta dewletên dagîrkerên Kurdistanê ye ku Kurd nîne, ji bo wê jî tiştek bi navê pirsa Kurd nîne. Erdogan herî dawî dema maseya muzakereyê qeliband û lihevkirina Dolmebahçe ret kir, wisa gotibû "Pirsa Kurd nîne, mase nîne". 

Jixwe her tişt di vê zihniyeta serdest û nijadperstiyê de veşartî ye. Li herêmê netewperestiya Tirk, Faris û Ereban li ser bingeha nerazîbûn, qirkirin û tinekirina Kurdan û pirrengiyên cûda xwe ava kirine. Nasnameyeke, heta mirov bibêje bes bi krîz û çêkirî ye, û timî li hilweşînê vekiriye, dema ber bi hilweşînê ve jî diçe pir tehlûke ye û êrişî her tiştê dike. Di nava van cureyên neteweperestiyê de ya herî bi krîz neteweperestiya Tirkan e. 

Îro pirr zelal e ku neteweperestiya li ser bingeha dijberbûnekê xwe ava bike, di encama xwe nûkirina dijberê wî de, wê bi xwe bikeve nava krîza meşrûbûnê. Ji bo wê jî ya îro di krîza hilweşînê de û ya ku xwe nû nekiriye yan di krîza demokratîk nebûnê de ye, neteweya Tirk bi xwe ye û bi awayekî cidî hawcedariya wî bi çareserkirinê heye, ya ku li holê ye ji pirsgirêka Kurd zêdetir pirsgirêka Tirk e. 

Kurd ne tenê bi destê neteweyên serdest û dewletên dagîrker dihatin û tên înkarkirin û tinekirin. Lê Kurdan berê bi xwe jî bi heman siyasetê li xwe dinihêrî.  Lê tevgera azadiya gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê têkoşîneke bê hempa bi rê ve bir, îro Kurdan ne tenê gava netewebûnê avêtiye lê bûne xwedî hêza siyasî, sazî û dezgehên xwe jî. 

Kurd di rewşêkê de bûn ku birêz Ocalan digot, "2 Kurd li ser cogeke avê yan jî ji ber derbazbûna sewalan di nava axa hevdû de dikarin qira hev bînin lê ax, nasname û dîrokê wan hatiye dagîrkirin, dengê xwe nekin". Niha hatine wê rewşê ku di herêmê de hêz in û rastiyeke Rojhelata Navîn in ku bêyî wan siyaset neyê kirin, guhartina vê rastiyê bi zihniyeta siyasî û Kurdîtiya kilasîk nedibû ku timî dijberê xwe xurt dike û tev dide. Şêwaza netewiyetê û Kurdîtî mîna ku li Başûrê Kurdistanê heye, ne tenê nedikarî rastiya tirajîk û siyasta tinekirinê biguherîne lê vê zihniyetê av dikişand ji aşê dagîrkeran re. 

Gelê Kurd bi siyaseteke nû û li ser esasê netewa-demokratîk îro siyaseta neteweperestiyê li herêmê pûç kiriye û bi rastiya xwe re rû bi rû kiriye. Lê AKP dixwaze ji bo berjewendiyên xwe neteweperestiyê zîndî bihêlê û bi kar bînê.

Li Bakurê Kûrdistanê îro AKP bi rêbaza herî hovane êriş dike ser modêla herî maqûl û rewa ya demokrasiya gel. Gelê Kurd bi xweseriyê zorê dide neteweperestiya Tirkan ku li ser bingeha yek rengî hatiye avakirin. 

Xwendineke rast ji bo meha dawî ya sala 2015’an bes e ji bo ku pirr tişt li Tirkiyeyê baştir werin fêmkirin, desthilatdarên netewepereset û mixabin beşeke mezin ji civaka Kurd ku xwedî heman zihniyetê ye di krîzeke exlaqî û wîjdanî de ye, ya ku navê wê lê kirine serweriya dewletê ti wate û meşrûbûna wî nemeya, AKP ji bo hegemoniya xwe dixwaze civakekê ji holê rake, bê şerm jî mînaka Hitler dide, lê medya, qaşo akademîsyen û nivîskar, rojnamevan û heta yên xwe weke rêxistinên mafê mirov dibînin dengê xwe nakin. Yên ku dengê xwe dikin jî dikûjin yan davêjin zindanê. Ezmunên  90 salan û bi taybet jî 40 salên dawî nîşan didin ku hêza tank û topan li hemberî hêz û îradeya gel têk diçe, nexasim dema rêber û pêşengên gel hebin. Dibêjin "her tişt di ziravî de diqete, tenê zilm di qalinbûnê de diqete". Neteweperestiya Tirk bi serkêşiya AKP´ê di rewşa xwe ya herî bi krîz de ye, ji bo meşrûbûna xwe bihêle bi sunîtiya xwe û bi bereya olperestiya li herêmê re bi Arebistana Siûdî û Qeterê re xwe li ser pê dihêlê û hebûna xwe bi dijberiya bereya Şîî dirêj dike. Gelê Kurd çareseriya hemû pirgirêkên xwe di pejirandina xeta sêyemîn de dibînê. Alternatîvbûna di xeta sêyemîn de tekane rê ye ku diparêzê ji wî şerî ku herdu bereyên Sunî û Şîî li hemberî hev gurr dike û neteweperestiya ku bi ol hatiye barkirin ji ber desthilatdariya xwe bi kar tîne û serdest dike.