Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem duh hêzên girêdayî asayîşa Qeza Mexmûrê û hukûmeta herêmê ku xwestin bi çek derbasî wargehê bibin, rastî berxwedana gelê wargehê hatin, hêzên çekdar li ser gel de çek bi karanînîn û 5 şêniyên wargehê sivik birîndar bûn û ev bibû sedema hin aloziyan û di encama van aloziyan de Qeymeqamê Qezaya Mexmûrê Îbrahîm Şêxûllah Îbrahîm, mudûrê polîsan Ferman û mudûrê asayişa Qeza Mexmûrê ji bo hevdîtinê hatin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem û bi nûnerên wargehê re hin hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de sê taleb derketin pêş:
- Divê asayîş ji wargehê were dûrxistin, ji ber wargeheke siyasî ye.
- Pirsgirêka ziman were çareserkirin ango polîsên bi zimanê Kurdî zanin werin wezîfedarkirin.
- Hêzên eskerî û polîsan bêyî destûra gel derbasî wargehê nebin.
Piştî hevdîtinan ji aliyê Qeymaqamê Qeza Mexmûrê ve ev taleb ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê re hat ragihandin û ji van daxwazan yek pêk hat. Cihê kontrolkirinê yê wargehê polîsên Kurd duh êvarê hatin bi cih kirin. Endamê Komîteya Têkiliyên der Polat Bozan da zanîn ku hîn jî hevdîtin berdewamin û di asta jor de jî wê hevdîtin pêk wer in. Di heman demê de Bozan anî ziman ku heya daxwazên wan pêk bên dê ew dest ji van hewldanên xwe bernedin. 

DÎHA/MEXMÛR