DILSOZ DILDAR ANHA/HESEKÊ Meryem Mihemed Elî li Kampa El-Erîşê ya ku 30 kîlometroyan li başûrê bajarê Hesekê yê girêdayî herêma Cizîrê li gel yek ji neviyên xwe dimîne. Meryem sala 1880’yî ji dayîk bûye, lê ji bo piştrastkirina vê agahiyê ti belgeyên fermî li gel wê tine ne. Lê li gorî neviyan temenê wê rast e û nêzî 138 salî ye. Tevî ew qas êş û zehmetî, dapîr Meryem bi saxlemî dijî. Li gorî rewş û şert û mercên erdîngariya herêmê ya sehrayî ya  ku Meryem tê de mezin bûye, kes nikare ew qas salan bijî. Lê li gorî hevserê neviyê wê beriya 30 salan hevserê wê miriye û kurê wê yê mezin beriya 10 salan wefat kiriye. Heger temenê Meryemê rast be, ew ê jina herî pîr a dinyayê be. Meryem Mihemed Elî ji herêma El-Bixîliyê ya gundwarê Dêra Zorê ye. Ji ber hovîtiya DAIŞ‘ê tevî 2 neviyên xwe koçber bû û li Kampa El-Erîşê bi cih bû. Niha li gel neviyekî xwe di konekî de dijî. 6 zarokên Meryem hene, 4 kur û 2 keç. Hevserê wê beriya 30 salan miriye, hemû kurên wê mirine. Tenê her du keçên hîna dijîn. 60 neviyên Meryemê û 180 nevîçirçirkên wê hene. Hasil tevî rewş şer jî Meryem hîna neketiye ber dest û lingan û siheta wê nisbî baş e.