Pirtûka ku ji aliyê Gerînendeyê Giştî yê rojnameya  Azadiya Welat M. Emîn Yildirim ve hatiye amadekirin bi armanca ku enerjiya jiyanê ya ‘Mazlûmê Biçûk’ û kenê wî yê şîrîn tim jîndar bime hatiye amadekirin. Yildirim di pêşgotina pirtûkê de serpêhatiya Mazlûm a ber bi nemiriyê ve bi lêgerîna heqîqetê ya çar mînmînikan ve vegotiye.
Lêgerîna vî mînmînikê dilêr û samîmî bi kedeke mezin û kolektîf ku Mazlûm gelek nirxê dida kolektîvîzmê bi saya vê pirtûkê dê baştir bê fêmkirin. Em fêmkirin dibêjin ji berk u din ava fêmkiirn û bi jiyanê lê serwextbûnê de gelek ferq hene. Yên bixwazin li wê ferqê serwext bibin j ime pêşniyar bi pirtûka Mazlûmê Me bistînin û lêgerînê bidomînin.Pirtûka mazlûmê me 20’ê îlonê roja Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad de bigihîşt ber destê xwendekarên xwe. Di wê rojê de di heman demê de Xelata Rûmetê ya Çapemeniya Azad ji bo Mazlûm Erencî hatiye dayîn. Pirtûk beşek wê bi Kurdî û beşek jî bi tirkî ye… Hin kesan bi bîranîn û hin kesan bi helbestên xwe di pirtûkê de cih girtine.
Di beşa tirkî de 18 nivîs û 3 helbest cih girtine. Pêşgotina beşa tirkî nameyeke Mazlûm Erencî ku dema di girtîtgehê de ji hevalekî xwe yê girtîgehê re şandiye hatiye dayîn. Mazlûm di pêşgotinê de dibêje dijminên jiyanê ji me ji kevirên destê me ditirsin û dibêje ew ango dijminê jiyankuj şîdet û pêkutiyên xwe zêdebikin jî Generalên Apê Mûsa tu carî serê xwe natewînin.
Di beşa Kurdî de jî bi zaravayê kurmancî û kirmanckî bi tevahî 33 nivîs û 5 helbest tê de cih girtine. Her wiha di vê beşê de hevpeyvîna Ehmedê Huseynî ku bi Mazlûm Erencî re kiribû tê de cih digire.
Di nivîsên bîranînî yên ji bo Mazlûm hatine rêkirin de tiştê balkêş ew e ku her kes ji dayik û bavê wî bigirin heta hevalên wî yên girtîgeh û yên rojnameyê yên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hemû kes behsa enerjiya wî ya jiyanê û samîmiyeta wî dikin. Jixwe Mazlûm jî ji ber van xisletên xwe serê gotinê ji wan kesên ku xwestine wî vebêjin digire û ew xwe vedibêje. Di her bîranîna ku ji bo wî hatiye rêkirin de dengê kenê Mazlûm, dilêriya Mazlûm û samîmiyeta Mazlûm xwe dide hîskirin.
Mazlûmê Biçûk ango Mazlûm Erencî ku di 16 saliya xwe de bi rûyê dewletê yê reş hisiya û zêdetirî 9 mehan di zindanên tarî de li ber rihma zebaniyên ber derê zindanan ma, îşkence lê bedana wî ya biçûk hat kirin. Lê belê Mazlûmê Biçûk di ‘hundir’ de li pişt derî û dîwarên sar hêrs mezin kir, dema ku ji zindanên reşe tarî jî derket ji bo ku zarokeke din jî nekeve ber girêz û bêhna berateyî ya zindanan rahişt wênekêşa xwe û dest bi rojnamevaniyê kir. Biçûk bû lê dil û mêjî mezin bû. Mazlûmê ‘Piling’ li ‘derve’ jî pêsîra xwe ji rûyê reş ê dewletê xelas nekir û berê xwe da çiyayên azad. Li vir jî bi nêrînên xweyên ‘Piling’î bala hevalên xwe kêşa; rast bû, dirûst bû û wekî pola qewîn bû Mazlûmê Biçûk bû, bira bû, heval bû, delaliya berdilê dayika xwe bû û gelek ‘bû’ bû.

Mazlûmê ku bûbû şopdarê azadî û heqîqetê di 29’ê hezîrana bêyom de li warê Seyîd Rizo û Besêyan, li warê Elîşêr û Zerîfeyan bû nîşangeha gûrên har. Mazlûmê ‘Piling’ pêşî berya kêliyekê birîndar ket, çembera li dora wî her diçû kêlî bi kêlî teng dibû; ‘Piling’ê çiyayên azad esaretê qebûl nekir û pîma bombeya li ser xwe kêşa, li asîmama fîq sayî nêrî bi bişîrîneke keviyên lêvan tevli karwanê pakrewanan bû. Niha ji bi vê xebata koletkîf dê ‘Mazlûmê Me’, ‘Mazlûmê Biçûk’ bi kenê xwe yê samîmî û jidil dê tim lêgerîna heqîqetê û eşqa wê lêgerînê bi bîra me bîne.

AMED