Asîmîlasyona aşkere
Xwediyê Weşanên Kurdistanê Mehdî Tanrikulu armancê weşanê vegotin.Tanrikulu, diyar kir ku ji ber navên "kurd" û "Kurdistan" kurd rastî gelek zextên dewletê hatine û wiha got: "Ji ber ku em bi ziman û çanda xwe hene em li ser erdnîgariya de di nava tevkariyê de ne. Ji ber ziman û nasnameya me her tim behsa wê Tirkiye bê parçekirin tê kirin." Tanrikulu, anî ziman ku dad ji aliyê rayedarên dewletê ve weke amûrekî sûc tê bikaranîn û şiklê vê yê berbiçav, asîmîlasyonên li ser ziman û perwerdehiya kurdî pêk têne. Tanrikulu da zanîn ku serokwezîr dibêje asîmîlasyonê suçê mirovahiyê ye lê heman tiştî ji bo welatiyên xwe dike û wiha axivî: "Ji bo çand û zimanê kurdî mekanîzmeyekî sûc hatiye avakirin û bikartînin. Dema mijar dibin kurd zanist jî hov dibe. Kurd bi awayekî aşkere û vekirî hatin asîmîlekirin."
Xwestin kurdbûne tune bikin
Tanrikulu, bilêv kir ku ji bo asîmîlasyona li ser çand û zimanê kurdî bi awayekî berbiçav derbixin holê pirtûka "Mafên Ziman û Perwerdehiya Kurdî" çapkirine û wiha pê de çû: "Belgeyên asîmîlasyonê ên li ser zimanê kurdî ku sansur kirine, me bi vê pirtûkê derxistin holê. Belgeyên heta niha nehatin weşandin me xwest bi vê pirtûkê pêşkêşî raya giştî bikin." Tanrikulu, diyar kir ku ji ber vê yekê pirtûka ji lêkolînên Zimanzan Çeto Ozel pêk tê gelek girîng e û wiha got: "Polîtîkayên asîmîlasyonê ji pêşniyarên Îsmet Înonu û Abîdîn Ozmen pêk tên. Bi tesbît û pêşniyaran kurd rastî asîmîlasyonekî gelek dijwar hatin. Ev polîtîka berdewam dikin. Armanca van polîtîkayan civakî kurd tune bikin bû. Xwestin nifşekî bêyî zanista kurdbûna xwe mezin bikin."
Tanrikulu got, armanca wan ew e ku di weşanxaneyê de li ser wêje û perwerdehiya zimanê kurd berhemên lêkolînan çap bikin û derxînin holê. Tanrikulu da zanîn ku û pirtûka yekemîn a weşandine ji Komîsyona Makezagona Meclîsê re şandine.
DÎHA/ STENBOL