Ji Weşanxaneya Hîva ji bo zarokan pirtûka bi navê “Bajarê Zarokan” derket. Pirtûk ji aliyê Rustem Felat ve bi zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî hatiye nivîsîn. Weşanxaneya Hîva bi xebata xwe ya taybet a ji bo zarokan, bi çapkirina berhemên ji bo zarokan her tim balê dikişîne ser xwe û di vî warî de xebateke baş jî dike. 

Girafîkerê Weşanxaneya Hîva Ridvan Polat li ser pirtûka “Bajarê Zarokan” ev tişt gotin: “Taybetmendiya “Bajarê Zarokan” ev e ku bi rêya çîrokê wêneyê Amedê xêz dike. Çîrokek efsûnî ya ku di nav Sûrê de derbas dibe, tîne dixe nava jiyana me. Cih û warên dîrokî xêz dike û dike çîrok. Hûn di nava Sûrê de çiqas derên kevnare hebin, bi rêya çîrokê digerin û dikevin nava ramanên dîrokî. Bi rastî ji aliyekî ve bi saya pirtûkê hûn dikevin nava dilê bajarê Amedê.”

Li ser çîrokên pitûk bi wan dadikeve jî Polat dibêje: “Çîroka me li ser zarokên bê kes û kûs e. Ev zarok, dibe ku di salên 90´î de bêkes mabin, an jî dê û bavên xwe di hin bûyerên trajîk de ji dest dabin. Her yek bi xwe bûne lehengên çîrokê. Helbet hin kes hene ku di çîrokê de van zarokan diparêzin. Wekî din hin lehengên me jî dikevin nava çîroka wan a “sir û razê” û ji van zarokan re dixwazin jiyaneke bêhempa ava bikin. Ev zarokên ku li kolanan selpakan difiroşin û bûne lehengê çîroka me. Tu dibê qey rasterast ji nava jiyanê hatine, bûne mêvanê me. Bi rastî ev leheng ewqasî ji me ne dûr in. Jixwe di nava jiyana me de li ber çavên me ne.”


Ji bo perwerdeyê jî girîng e

Polat diyar kir ku bi taybetî ev pirtûk ji bo pola 5, 6 û 7’an hatiye amadekirin û zarokên ku di van polan de ne, bi hêsanî dikarin bixwînin. Polat got, zarok jî yên ku temenê wan mezin jî dê ji vê pirtûkê hez bikin û çîrok ji çend beşan pêk tê û di her beşê de zarok tiştekî nû hîn dibin û derbasî beşa din dibin.

Di dewama axaftina xwe de jî Polat li ser girîngiya pirtûkê got: “Pirtûka çîrokan ya bi vî rengî yekem car e ku li Kurdistanê tê çapkirin. Pirtûk wekî pirtûka perwerdeyê jî tê bikaranîn. Kesê ku bixwîne, beriya ku dest bi pirtûkê bike, pêşî lehengên pirtûkê dinase. Di pirtûkê de dê çi bûyer derbas bibe der heqê van bûyeran de hin pirs tên pirsîn.”   


Xebateke hêja ye

Di warê naverokê de jî ev pirtûk gelekî dewlemend e û pirtûk li gorî daxwazên xwendekaran hatiye amadekirin. Polat derbarê naveroka pirtûkê de jî di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Di nava pirtûkê de jî di her rûpelê de ferhengokên biçûk hene. Di dawiya pirtûkê de jî çalakiyên pirtûkê hatine amadekirin. Ev ji van beşan pêk tên, rast û çewt, pirs û bersiv, temamkirina valahiyên di hevokan de. Pirsên ku bingeha xwe ji “çi, çawa, çima, kengî, kî/kê û li ku derê” digirin. Her wekî din çalakiyên wekî serastkirina peyvan, xaçepirs û hevcotkirina rêzikan li gorî naveroka pirtûkê jî hene. Pirtûk ji bo kesên ku bixwazin ziman hîn bibin û xwendina xwe bi pêş bixin jî hêja ye.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN