Xwendina hemû çavkaniyên şoreşê girîng e. Her çavkanî xwedî wateyek xwe ya demê ye. Lê çavkaniya pir cuda ya ku dixwazim bînim ziman çavkaniyeke jiyanê ye. Yê ku jiyayê nivîsandiye. Ji vê re dikarim bêjim pirtûka jiyanê. Dema min ev pirtûk xwend, hest û ramanek wisa bi min re da xuliqandin. Divê hemû ciwanên azadîxwaz, berxwdêr, têkoşer û dilsozên jiyanê teqez vê bixwînin. Hemû jin û mêrên vî welatê bixwînin. Divê her dayik û bavên li vê erdnîgariya qedîm dijîn bixwînin. Di vê pirtûkê de wê her kes hestên xwe, xeyalên xwe, jana xwe, biryara xwe, hezkirin û wêrektiya xwe bibîne. Careke din binêjim wê her kes ên wêrek û çi newêrek, ên qehreman û xayîn, ên berxwedêr û ne berxwedêr wê her kes rastiya xwe di vê heqîqeta cenga jiyanê de bibîne. Jixwe navê pirtûkê vê rastiyê radixe ber çavan. Nav û naveroka pirtûkê hev temam dikin. Ev pirtûk her çiqas jê re bê gotin serpêhatî, jiyaname, bîranîn an jî roman; dikare were gotin ku tevahiyê wan cureyên pirtûkan di nava xwe de dihewîne. Ji ber ku hemû aliyên jiyanê digire nava xwe bi rastî jî “Cenga jiyanê” ango bi navdariya heyî “Hep kavgaydi yaşamim” ango jiyana min her tim şer bû. Nivîskarê vê pirtûkê hevala şehîd Sara (Sakîne Cansiz) e. Bêguman wê tu têgeh û hevok têra pênasekirina vê pirtûkê nekin. Lê bi qasî ku min jê fêm kir ez ê çend tiştan parve bikim.
Di vê pirtûka cenga jiyanê de min bawerî, hişmendî, vîn û kesayeta jina berxwedêr a azadxwaz dît. Ango jina serbilind a Kurd dît. Çavkaniya vê rastiya dîroka berxwedanê dît. Ev heqîqeta têkoşîna azadiyê di kîjan merheleyê de derbas bûye. Bi aşkera nîşanê me dide. Hîmên vê heqîqetê di kîjan ezmanî de niximiye diyar dike. Bêguman berî niha jî der heqê berxwedana zindanan bi taybetî jî zindana Amedê de min çend çpirtûkên hêja xwend. Lê wekî di vê pirtûkê de derbas dibe nebûn. Divê derê de biwarên berxwedanê di alî hişmendî, çalakî, berpirsyarî, yeqinî, felsefî û exlaq de berfireh hatiye ziman. Bi taybetî jî sekna jina azadîxwaz, rista wê ya pêşengî nîşan dide. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de têkiliyên jin û têkoşînê, jin û jiyanê di qada berxwedanê de çawa pêk hatiye bi berfirehî tê ziman. Ev anîna ziman li ser bihîstinê, guhdarkirinê yan jî tasfîrkirinê nîne. Ev bi tevahî çawa pêk hatiye, bi dahurandineke her awayî ya jiyanê rêheval Sara bi xwe tîne ziman. Dema ku mirov dixwîne xwe di nava giyana wê demê de bi her awayî dibîne. Ji wê giyana berxwedanê hêzeke mezin digire û bi hezar caran lanetê li hêza desthilatdariyê dike. Tenê li neyarên li ber çavan nake, li neyarên veşartî yên bi zîhniyeta şeytanî, dilê kirêt û ji zîhnîyeta radestî jî lanet dike. Bi vê re rastiya berxwedanê di ruh û dil de hîs dike.
Hevala şehîd Sara bi pisporî di giyana demê de di labîrentên jiyanê de cengeke mezin daye. Ev cenga ku hatiye dayîn tenê cengeke şexsî nîne. Cengeke civakî û neteweyî ye. Bi çanda xwedawendiyê tevgeriyaye. Her tim ketiye nav lêgerînê. Di lêgerîna azadiyê de ewqas israr, ewqas bi xwestek, ewqas keda ku daye nîşanê me dide ku; şert û merc çi dibe bila bibe tu astengî nikare pêşiya serkeftina cenga şoreşgerî bigire. Serkeftina cenga berxwedanê bi her awayî nîşanê me dide. Hevala Sara bi gotina xwe ya; “Her cure û teşeyê berxwedanê wê bibe tarza jiyana min.” Bi wê tarza têkoşînê bi her cure û teşeyên berxwedanê li ber xwe dide. Di vê berxwedanê de cîhaneke mezin û watedar ava dike. Tu caran cîhana heyî ya teng nepejirîne. Cîhana azadiyê di dil û mêjiyê xwe de afirandiye. Ew cîhana ku afirandiye wiha rave dike; “Di cîhana min de cihê hemû mirov û hevrêyan heye. Di dil û hestên xwe de cih didim hemû hevrêyan.” Bi rastî jî bi qasî wê cih da dildariya mirovahî û hevrêtiyê. Di vê dildariyê de cihê hezkirinê taybet e. Ev hezkirineke teng û şexsî nîne. Hezkirineke gerdûnî ye. Di vê gerdûnê de hezkirin pîroz e. Her kes nikare vê pîrozahiyê rake. Hevala Sakîne bi cengeke mezin cehda hezkirinê dike, ji berxwedanê hez dike, ji têkoşînê hez dike, di serkeftinê de israr dike. Li hemberî neyarên mirovahiyê, yên dagirker, desthilatdar û sîxurên wan ên xayîn dibe keleha serbilindiya berxwedanê. Bi vî awayî di jiyana watedar de israr dike. Di vê pirtûka cenga jiyanê de mirov bi hêsanî vê serbilindiyê dibîne, dixwîne û di kûrahiya ruh û dilê xwe de hîs dike.
Hevala şehîd Sara, cengeke mezin a jiyanê daye. Jiyana watedar bi berxwedanê tacîdar kir, serbilindahiya jiyanê nîşanê cîhanê da. Lê dijminên mirovahiyê li hemberî vê serbilindiyê bi bêbextiyek mezin, rûyê xwe yê reş û gemarî nîşan dam. Tora lanetê careke din xistin stûyê xwe û kujeriya xwe domandin. Hevala Sara (Sakîne Cansiz) qetil kirin. Lê bila qatil û xwediyên wan baş bizanibin wan li hemberî cenga jiyanê winda kirine û wê tu caran dê  nikaribin bi ser kevin. Serkeftin bi cenga jiyanê wê bê tacîdarkirin.
Bi vê mebestê di salvegera duyemîn a şehadeta hevala Sara (Sakîne Cansiz), Ronahî (Leyla Şaylemez), Rojbîn (Fîdan Dogan) de bi biryara serkeftina cengê wan bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê ditewînin û dibêjim; cenga we ya jiyanê bi berxwadanê û serkeftina azadiyê tacîdar bibe.



EBDUREZAQ ŞÎMŞEK /
Girtîgeha Tîpa-F ya TEKÎRDAGÊ