Pirtûka siyasetvanê Flaman û dostê Kurdan Hugo Von Rompoey hat danasîn. Pirtûk bi navê “Kurd bi diyalogê çareseriyê dixwazin” hat weşandin. Civîna danasîna pirtûkê jî li paytexta Belçîkayê Brukselê bi rê ve çû.

Li hola navneteweyî ya ser bi parlamenê de danasîna pirtûkê hat kirin û ji bilî nivîskar Hugo Von Rompaey, navên weke Diek Rochtus, Jan Beghin û Zubeyir Aydar jî weke qiseker amade bûn li holê.

Ti kes nikare ji Kurdan re bibêje terorîst

Rompaey di axaftina xwe de got yek sedema tenê heye ku ew pirtûkê derdixe, û ew jî alîkariya ji bo wê yekê ye ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Rompaey bi bîr xist ku bi hemû pirtûkên ew derdixe balê dikişîne ser pirsgirêka Kurd û jiyana Kurdan û got, “Ti kes nikare Kurdan weke terorîst bi nav bike.“

Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê, Zubeyir Aydar jî di axaftina xwe de got, Rompaey ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk gelekî hewl daye, li Romayê çûye serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wuha peyivî: “Li Romayê rêbertiya me çi rêyên çareseriyê jê re pêşniyaz kiribûn, em hîna dilsozê wan in.”

Hugo von Rompoey siyasetvanekî Flaman ê Belçîkayê ye ku 27 salan parlamenterî kir û 17 salan jî şaredarê bajarê Geel bû. Dema ku Medya TV hat girtin, wî di çarçoveya şaredariya xwe de weşanên kanalên televizyonên Tirk qedexe kiribû. n BRUKSEL