Pirtûka ku ji 63 rûpelan pêk tê, ji operasyona 14'e Nîsana 2009'an a li dijî şaredar rêveber û hilbijêrên Kurd pêk hat û 54 hilbijêr hatin girtin dest pê dike. Pirtûk piştre bi operasyonên li dijî BDP'ê yen li ser hev pêk hatin û heta niha hêjmara girtiyên siyasî gihiştiye zedeyî 8 hezaran.


 7 serok li pey hev hatin girtin

Di beşa “Em çima dibêjin operasyona komkujiya siyasî?" de wiha hat gotin: "Ev operasyonek siyasî ye. Minak li Mêrdînê 7 serokên rêxistina bajar li pey hev hatin girtin. Her ku operasyona li dijî rêveberiya me pêk hat li rêveberên me hatin girtin, gelê me dîsa li partî û rêxistinê xwedî derket û şûna rêveberên xwe tije kir. Dîsa li navçeya Erdîşa Wanê kongre pêk hat û piştî çend saetan di 13'e Gulana 2012'an de li gel 15 kesan serokê Rêxistina BDP'ê ya Erdîşê hat girtin. Li Cizîrê ji ber girtinê di nava 6 mehan de me kongre pêk anî. Li Cizîrê rêveberên navendê ji bo endamtiyê bi telefonê li welatiyan geriyan lê ev hevdîtinên telefonan wekî delîla sûc hat nîşandan. Di hemû îdîanameyan de her tim dîroka PKK'ê tê nivîsandin. Ev operasyonên siyasî yên di bin navê “KCK”ê de hemû bi armanca komkujiya siyasî pêk tên."

Hilbijartina 2009'an..

Di pirtûkê de hat diyarkirin ku piştî hilibjartina 29'ê Adara 2009'an hêjmara şaredaran 2 qat zêde bû û piştî vê yekê di 14 Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedar û şaredaran operasyon pêk hat. DTP’ê hêjmara şaredaran ji 56 şaredariyan derxist 99 şaredariyan. Hikûmeta AKP'ê di hilbijartina li herêmê de têk çû û bi navê KCK'ê dest bi operasyonên siyasî kir. Di pirtûkêde hat diyarkirin ku hikûmeta AKP'ê ku di 2002'an de hat ser kar di 2009'an de bû dewlet û hemû erk û raye xist destê xwe. Di pirtûkê de hat diyarkirin ku AKP'ê di makeqanûnê de gelek zagon li gorî xwe guhertiye û li gorî xwe avakiriye.

Gelek partiyên Kurdan hatin girtin

Di pirtûkê de bal kişand ser girtina partiyên din yên Kurdan û wiha hat gotin: "Di sala 1993'an de HEP û OZDEP, di sala 1994’an de DEP, di sala 2003’an de HADEP hatin girtin. Di sala 2002’an de der barê DEHAP'e de biryara girtinê hat dayîn. Di 2009’an de DTP hat girtin. Li şûna wê BDP hat avakirin. Di hilbijartinê de parlamenteriya Hatîp Dicle hat xistin. Der barê 29 wekilê me de 788 fezleke hatine vekirin. Di pirtûkê de hat zanîn ku piştî BDP'ê projeyên rêveberiyên herêmî û xweseriya Demokratik pêş xist operasyon zêde bûn û li hemberî van projeyên ku li gorî pîvanên YE'ê tên amadekirin bi zora AKP'ê diçe û wiha got. "Xuya dike ku tehamuliya AKP'ê li hemberî zimanên zikmakî û perwedehiya ziman tune. Ji ber vê yekê malên perwerdehiyê yên ji aliyê şadariyên BDP'ê ve hatin vekirin hatin girtin.
Li ser gotina Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay ê berê ku got "Ji bo Colemêrg û Şirnexê planên me yên taybemt hene" operasyonên siyasî li Şirnex û Colemêrgê zêdetir bûn. Li Şirnexê 2 parlamener û 5 şaredar û 2 şaredarên berê hatin girtin. 29 Endamê meclîsê 6 endamê meclîsa giştî ya bajar hatin girtin.
Di pirtûkê de li ser operasyonên li hemberî akademiyên siyasetê jî hat rawestandin û wiha hat gotin. "Di van akademiyan de xebatên çanda demokratîk, siyaset û ekolojiya demokratîk nasname, jiyana hevpar û hevbeş, zanist û zayenda civakî dihat niqaşkirin û ji bo rê li pêş hişyariya gel neyê vekirin li hemberî van akademiyan operasyon hatin lidarxistin.

Sendîkavan, rojnameger û parêzer...

Di berdewama pirtûkê de cih da operasyonyonên li dijî sendîka, rojnameger û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Hat diyarkirin ku operasyona li dijî siyasetmedar, parêzer, rojnameger û akademîsyenan pêk hat nayê qebûl kirin û skandal e.
Di encama pirtûkê de hate zanîn ku operasyonên bi navê KCK'ê li dijî partiya wan û kesên muxalif di 2009'an de dest pê kir û hêj bedewam dike. polîtîkayên AKP'ê yên parastina komkujî, sirgûn, pişaftin, înkar û îmhayê derdixe holê û ev polîtîka û feraset hêj berdewam dike.



ALPER ATALAY / DÎHA/ENQERE