Letîfe, berhema Sîras a kurteçîrokan, a ku cara pêşîn di sala 1936’an de li Yêrêwana paytexta Ermenistanê, bi Kurmancî hatiye çapkirin, piştî heftê û şeş salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Sîras (Himayag Sahagî Vosganyan), nivîskar û zehmetkêşê rewşenbîriyê yê Ermenî yê Komara Ermenistanê ya Sosyalîst a Yekîtiya Sovyetan. Di 15’ê Reşemiya 1902’yan de, li Zêdkana Qerekilîseya Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bû. Di sala 1914’an de, bi malbata xwe re koçî Tiflîsê, paytextê Gurcistanê kir, li wir dest pê kir di çapxaneyekê de karê tîprêziyê kir. Sala 1921’ê, Sîras li Yêrêwana paytextê Ermenistanê akincî bû. Di navbera salên 1922-25’an de, di Fakûlteya Dîrokê de xwend; di 1924’an de bû endamê Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetan, di salên 1927-28’an û 1933’yan de, di kovara Panvorê (Karker) de edîtorî kir. Nivîskêr di 1932’yan de jî Enstîtuya Rojnamevaniyê ya Moskovayê kuta kir û di navbera salên 1938-39’an de, di kovara Sovedagan Kraganûtyûnê (Wêjeya Sovyetê) ya mehane de wekî edîtor xebitî. Wî di navbera salên 1938-41’ê û 1946-48’an de jî sekreteriya Desteya Rêveberiyê ya Yekîtiya Nivîskaran a Ermenistanê kir. Nivîskar û zehmetkêş Sîras, di navbera salên 1941-45’an de, di henga Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, tevî şer bû. Piştî şer, di navbera salên 1954-57’an de dîsa edîtoriya kovara Sovedagan Kraganûtyûnê kir.
Di 1931’ê de, romana wî ya bi navê Hartsirek Nrants (Ji Wan Bipirsin, Moskova) hate weşandin, bi dû re jî, ev romana wî di 1954’an de, bi awayê xwe yê berfirehkirî ve, bi navê Nakhoryagîn (Roja Çûnî) hate weşandin. Romana wî ya bi navê Çikirvadz Orenk (Qanûna Nenivîsandî, 1936) peywendiyên mirovan ên pergala sosyalîst a bi şoreşê re hatî ji xwe re dike mijar. Wî ev romana xwe di 1940’î de berfireh kiriye û bi navê Anahîd daye weşandin. Wî di 1947’an de romana bi navê Hayr yev Vortî (Bav û Kur) û di 1950’yî de ya bi navê Ararat nivîsiye, ku mijara wan Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Ermenistan e, ya ku tevî vî şerî bûye. Çîroka dîrokî ya gelê Ermenî yê sedsala bîstan û têkoşana wan ji bo ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin, mijara romana Sîras a bi navê Hayrenî Aşkhar (Cîhana Bav û Kalên Min) e, ya ku wî di 1974’an de nivîsiye. Bi pirtûka xwe ya jînenîgariyî ya bi navê Jamanagî Hankûytsner (Çivangehên Demê, 1982) ve jî heman hestan û heman heyamê ji xwe re dike mijar.
Sîras her wiha bend û çîrokên zarokan jî nivîsîne. Berhemên wî bo zimanên Çêkî, Fransî, Îngilîzî, Farisî û gelek zimanên din hatine wergerandin. Sîras di saxiya xwe de xelatên rûmetê yên wekî Ala Sor a Kedê û Stêrka Sor wergirtine.
ANF/AMED