Pirtûka Jineolojî ya ji nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê bi zaravayê Soranî hate çapkirin. Têkildarî naveroka pirtûkê li Silêmaniyê Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) semînerek da.  Têkildarî semînerê û pirtûkê endama Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) Evîn Zîlan armanca lidarxistina semînerê diyar kir û got: “Armanca me ya li darxistina vê semînerê, ew bû ku naveroka pirtûka Jineolojî bigirin dest. Di çarçoveya fikrê jin, jineolojî (zanista jin) de şîroveyên xwe bikin daku tê bigihîjin ka ji bo çi jinolojî pêwîst e.”

Evîn Zîlan dest nîşan kir ku di rewşeke wiha de divê jin li rastiya xwe vegere û got: “ Di nava 5 hezar salên derbasbûyî de jinê çawa jiyan kiriye, pirsgirêkan wan çi ne û em ê çawa karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin û çareserî çi ye? Ji bo bersivên van divê jin xwedî pirtûka jinolojî bin. Her wiha wê çawa pirsgirêkên civakê werin çareser kirin. Ji bo vê yekê jî jinolojî pêwîst e, ji ber ku jineolojî netenê pirsgirêkên jinê ve mijûl dibe, çareseriya hemû pirsgirêkên civakê ye.”

 

‘Jinolojî dermanê hemû pirsgirêkên me ne’

 Zîlan herî dawî anî ziman ku jinolojî dermanê hemû pirsgirêkên jina ne û got:  Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê di serî de pirtûka jinolojî were xwendin. Ji bo berfirehkirina fikirê jinelojî û dawî anîna fikrê kevin divê ev pirtûk were belav kirin.”  Pirtûka Jineolojî beşeke ji fikir û felsefeya Ocalan e, naveroka wê li ser pirsgêkên jinan û rêyên çareseriyê ne. Herwiha hevjiyana azad û civaka azade. 


 SILÊMANÎ