Li ser navê weşanxaneya Descontrol Edîtorîal a pirtûk weşandî Hector Celerîs diyar kir ku pêwîst e cîhana rojava ji nêrînên Ocalan sûdê wergire. Weşanger Hector Celerîs diyar kir ku ewilî ji bo 3 mehan hezar hatin çapkirin û ji bilî çapa li ser kaxizê, dijîtala wê jî hat amadekirin.
Her weha da xuyakirin ku li Katalonyayê, li 30 pirtûkfiroşan e û li gelemperiya Spanyayê wê li 80 cihan bê firotin. Li gel pirtûkfiroşan bi rêya înternetê jî her kes dikare bixwaze û bikire.
Celerîs got, di mijarên sîstema baviksalarî, şaristanî, dewlet û kapîtalîzmê de analîz û rexneyên Ocalan bala wan dikişînin û weha pê deçû:” Girîng e li ser bê axaftin û li vir jî li gorî şert û mercên heyî bi cih bê anîn. Ji bo me tevgerên çep, Ocalan û nêrînên wî gelekî girîng in.
Aliyekî din ê girîng jî nêrîn û analîzên wî yên li ser şoreşa jinê ne. Nirxandinên Ocalan ne tenê ji bo jinên Kurd an jî jinên li Rojhilata Navîn lê ne, ji bo vir jî lê ne. Şoreşa jinê, komîn, meclîsên gel, konfederalîzma demokratîk, ji wan mijaran in ku divê bi hesasî werin nirxandin. Sîstema xweparastinê gelekî balkêş e.”
BARCELONA