Yek ji pirtûkên pîroz a dinyayê "Avesta"ya Zerdeşt ku di heman demê de ew wekî kalên Kurdan tê hesibandin, heta niha gelek caran hatiye nivîsandin û wergera we hatiye kirin; bi vî awayî jî her derbasî nifşên nû bûye.
"Avesta" berhevoka ji metnê Zerdeştî maye ye û metna olî ji 1200 fragardan yanê ji beşan pêk dihat ku ev yek Berî Mîladê (BM) bi 1200 sal berê li ser çermê ga bi tîpên zêrîn hatiye nivîsîn. Di dema dagirkirina yewnanan de ev metin winda bûye û niha beşeke biçûk ji vê metnê maye. Tê gotin ku Berî Mîladê di 330'yan de Îskenderê Mezin Avesta daye ber agir.
Analîstên ku li ser metnên Avestayê hatine kirin nîşan didin ku Avesta ji beşên cuda (wekî metnên ayînê, dîroka efsanewî, zagonên olî, mijarên epîk, vegotinên ji bo keşeyan) pêk tê. Beşên herî kevn ên Avestayê di dema ku hê Zerdeşt dijiya de li ser çerm hatine nivîsîn; beşên din jî piştî mirina wî ji aliyê şopajoyên wî û keşeyan ve derbasî nivîsê kirine.
Di sedsalên berê de hewldan hatine kirin ku Avesta bê fêmkirin lê di sedsala 19'emîn de Avestayê bala fîlozofan zêdetir kişandiye. Bi vî awayî Avesta û Zerdeşt di berhemên kesên wekî P. Beyl, G. Ritter de bi awayî berbiçav cih girtiye; her wiha nûnerê îdealîzmê yê herî mezin ê alman Hegelî jî eleqeyeke mezin nîşanî Avestayê da. F. Nietzsche jî her bi vî awayî. Beşên Avestayê di salên 1880-1894'an de bi wergera James Darmesteter di nav berhema “Sacred Books of the East” a Oksfordê de hat weşandin. Ev wergera îngilîzî îro jî hê ji aliyê lêkolînvanan ve tê bikaranîn.
Niha Weşanên Avestayê ji vê wergera Darmesteter wergerek ji bo tirkî kir û Avesta bi tirkî derxist.
Wergera Avesta a ji îngilîzî ji bo zimanê tirkî ji aliyê Fahriye Adsay û İbrahim Bingol ve hatiye kirin û mamosteya Unîversîteya Gottingenê Xanna Omerxalî pêşgotineke dirêj bi navê Zerdeştî û Avesta nivîsandiye.
Pirtûka niha hatiye wergerandin ji 5 beşan pêk tê: Vendidad, Visperad, Yasna, Parçe û Xord Avesta. Weşanên Avestayê diyar kiriye ku di Newrozê de dê "Çapeke pir taybet" a Avestayê ragihîne xwendevanan.
Pirtûka pîroz 'Avesta' ji Avestayê derket