Pirtûka Rengbêj berhema pêşî ya Yaşar Aslan e û ji çîrokên civakî û folklorîk pêk tê. Pirtûka Aslan ji weşanên J&J hat weşandin û îsal li Fûara Pirtûkan a Stenbolê jî hat danasîn. Di pirtûka Rengbêj de 14 çîrok cih digrin. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê nivîskar Medenî Ferho ve hatiye nivîsandin. Pirtûk bi tevahî ji 114 rûpelan pêk tê û Aslan di vê pirtûka çîrokan de balê dikşîne ser gotinên Kurdî yê li malê û di nava sohbetan de. Di pirtûkê de serpêhatiyên li çol û çiyan tê vegotin û gotinên berê yên kurdî cih digrin. Yaşar Aslan di sala 1992'an de dema ku li Zanîngeha Dîcle ya Amedê beşa hiqûqê dixwend tevlî tevgera azadiya Kurdistanê bû. Aslan piştî bi demekê tê girtin û li girtîgehên wekî Amed, Trabzon, Gîresûn û Sîncanê dimîne. Yaşar Aslan 22 sale di girtîgehê de ye û niha jî li girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin.
AMED