Bi navê “Selwa: Birîna Daxdayî Şengal” pirtûka nû ya nivîskarê Kurd, Medenî Ferho ji weşanên Do derçû. Nivîskar Ferho, li ser pêvajoya çapê ya pirtûka xwe dibêje, “bê kêmasî salekê li weşanxane û çapxanê ma. Ev jî birîneke daxdayî ye, nivîskar 6 mehan, salekê kedê didin, weşanxane jî, ji sedema astengiyên dewleta Tirk bi aramî weşangeriyê dikin.” Bi vê yekê Medenî Ferho rewşa weşangeriya Kurdî jî hinekî radixe ber çavan.

Hasil, mijara vê pirtûkê ku behsa trajediya keçeke Êzîdî dike, bi rengekî ji rengan fermana 74´an û berxwedana li dijî wê ye. Selwa keçeke Êzdî ye û ji Şingalê ye, ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatiye revandin, ligel keçên din yên Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ´ê kariye bireve. Hin ji wan keçan di dema hewldana xwe de hatine kuştin, hinek ji wan jî xwe gihandine Şingalê. Selwa keça Kurd, yek ji wan keçan e ku xwe gihandiye Şingalê. Ew niha li Şingalê di nava şervanên YJŞ´ê de Êzîdxanê diparêze.

 

NAVENDA NÛÇEYAN