Rêveberiya girtîgehê destpêkê qebûl kir ku berhem derkeve derveyî girtîgehê, lê belê piştî ku pirtûk hat çapkirin destûr nehat dayîn bigihêje nivîskarê xwe.
Birayê Yildiz Mûsa Yildiz diyar kir ku ji bo pirtûka helbestan a mijara gotinê bigihêje ber destê kekê wî, wî bi xwe beriya mehekê biriye girtîgehê û rewş ji ANF'ê re vegot. Yildiz da zanîn ku di demeke ku behsa pakêtên demokrasiyê tê kirin de, astengkirina pirtûkên Kurdî nîşaneya bêsamîmiyetiyê ye.
Di rewşeke ku hikûmeta AKP'ê bi rakirina astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî re pesnê xwe dide, li girtîgehan, ku rûyê pêş çavan ê desthilatdariyê ye, qedexeya pirtûkên Kurdî di asteke ewçend dijwar de ye ku berhem ji nivîskarê xwe re jî nayê dayîn. Abdurrahîm Yildiz ê ji endametiya PKK'ê 15 sal hikum xwar bi îmzeya Dewran Evdirehîm pirtûkeke helbestan a bi navê "Serêkaniyê" nivîsand, lê belê pirtûka wî li pêkanînên kêfî yên girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê aliqî. Yildiz ji bo pirtûka wî ya ji bo şoreşa Rojava nivîsandî were çapkirin derxist derveyî girtîgehê, lê belê girtîgehê destûr neda ku helbestên Yildiz bi awayekî çapgirî bigihêje ber destê wî. Birayê Yildiz Mûsa Yildiz diyar kir ku wî pirtûka helbestan bi xwe di hevdîtina vekirî de aniye û bi vî rengî behsa bêhiqûqiya hatiye jiyîn kir: "Beriya du mehan, pirtûka kekê min a helbestan a bi navê Serêkaniyê, bi mohra erêkirina komîsyona girtîgehê re bi postayê gihaşt destê me. Pirtûk di meha Sibatê de ji pirtûkxaneya Helbest derket. Bi pirtûkên kekê min xwest ên bi navê Xwedayê Mêşan a William Goldin û Portreya Dorian Gray a Oscar Wilde min pirtûka helbestan beriya mehekê radestî komîsyona girtîgehê kir. Lê belê piştî mehekê ez bi rêya telefonê b kekê xwe re axivîm û wî ji min re got ku rêveberiya girtîgehê pirtûka wî ya helbestan nedaye wî, pirtûkên William Goldin û Oscar Wilde jî bergên pirtûkan hatine jêkirin û bi vî rengî ji wî re hatine dayîn. Kekê min ji bo wergirtina pirtûka xwe gelek caran bi daxwaznameyan serî li dozgeriya girtîgehê da, lê belê bersiv negirt."
Ev yek dijminatiya çandê ye
Yildiz ragihand ku ya rêveberiya girtîgehê dike dijminatiya çandê ye û destnîşan kir ku ev helwesta rêveberiya girtîgehê nîşaneya xweranegirtina li Kurdî ye. Yildiz bibîr xist ku pirtûka bi navê Helbest ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye erêkirin û anî ziman ku ev bêhurmetî ne tenê li hemberî kekê wî li dijî wêje û zimanê Kurdî hatiye kirin. Yildiz got, "Hikûmetê li aliyekî qaşo behsa pakêtên demokrasiyê bike û bi rakirina astengiyên li pêşiya zimanê dayikê pesnê xw ebide, li aliyê din jî li girtîgehan her şêweyên astengiyan deyne pêşiya pirtûkên Kurdî. Ev yek nîşan dide ku ew çiqasî bêsamîmî ne. Di heman demê de ev helwest bêhurmetiya wan a li hemberî wêjeya cîhanê jî radixe pêş çavan."
ZEYNEP KÛRAY/DÎHA/STENBOL